Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mewlewîxaneya galatayê] de;

1. Bi Tirkî "galata mevlevihanesi"
Li navçeya beyoğlu ya stenbolê de hatiye avakirin cîyê wê di navbera tunel û qûleya galatayê ye. Çaxa Osmaniyan de ji aliyê Îskender Paşa di sala 1491 ê de wekî "mewlewîxane" hatiye çêkirin. Ev avahiya dîrokî bîna gelekî mînakên din li ser avahiya xeyrî misilman hatiye çêkirin, avahiya wê li ser Keşîşxaneya ezîz Theodore ye.

Çima nizanim hewşiya mewlewîxane ji min re ji hundirê wê şêrîntir hat, ji ber ku dervayê mewlewîxane binêre meriv xeyal nake ortê Beyogluyê hêşînayî, erd, dar li wir hebe.

Mewlewîxane niha wekî mûze tê bikaranîn, zêde mezin nîne têde eşya, cil û bergên Dewrêşan hene, kata 2 yan de cîyê semahê heye, Hewşiya wê de mezelên tarîxî ya şêx û derwêşan hene. Gora Îbrahîm muteferîka jî li vê derê ye.



05.10.2018 11:20 ~11:35 | mîr