Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên qeyseriyê] de;

2. Kurdên Qeyseriyê li aliyê sînorê mereşê ne, nifûsa wan Çiqas e nizanim. Piraniya wan kurdên elewî ne, Bi Kurmanciya devoka mereşê xeber didin. li navçeya sarızê ya Qeyseriyê de pir in. Navçeya Sariz kêleka bajara mereşê ye. Qeyserî bajarekî zengîn e lê gund û navçeyên Kurdan dûrî navenda Qeyseriyê ye cih û warên wan paş de maye, li gor Qeyseriyiyan feqîr in gelekî wan welatê xwe terikandiye çûne bajarên mezin a din ya Tirkiyê yan jî çûne welatên Ewropayê.

Bîna kurdên elewîyên din, Gelekî wan ji ber tesîra çepa tirk û Kemalîzmê asîmîle bûne û dibin. Xwezî bîna kurdên elewî yên xorasanê bûna him bawerî him jî Kurdbûnê wan destê wan de nediçû, heyfê...

Min jî yek wan nas kir, akademisyen û nivîskar besime şen li gundê büyükörtülü (Alxasan) ê de mezin bûye. Me hinekî bi hev re sohbet kiribû, xanimeke zahf baş bû.



23.12.2017 23:14 ~23:31 | mîr