Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jw.org] de;

1. MALPERA FERMÎ YA şahidên yehowa ye. Jw, Kurteya jehova's witnesses e. Malpera xwe de Mîsyoneriya dînê şahidên yehowayê dikin. Here lînkê

Min gava dinê li înternetê bi devoka kurmanciya serhedê tiştekî digeriya rûpela Wanê kurmanciya kafkasê, Latînî hate rastê min.

Bixwe Îdia dikin ku li dinyayê de Malpera wan di nav hemû Malperan de herî zêde hatiye wergerandin zimanên din. Îdiaya wan rast e nîne nizanim, lê 4 heb rûpela kurdî têde hene, bi Xwedê ez gelekî şaş mam, rûpelên wan ê pê kurmanciya kafkasê, Latînî û kirîlî herdu alfabeyan jî hene! (bi devoka serhedê û Qefqazê)

Vebijêrkên rûpelên wan ê zimanê kurdî:

1- Kurdî - kurmancî (pê herfên latînî û kurmanciya standard)
2- Kurdî - kurmanciya kafkasê, kirîlî (pê herfên kirîlî û bi devoka serhedê û Qefqazê)
3- Kurdî - kurmanciya kafkasê, Latînî (pê herfên latînî û bi devoka serhedê û Qefqazê)
4- Kurdî, soranî (pê herfên erebî)

ji wan re spas dikim, ji bo mîsyoneriyê jî bibe ji kurdî re eleqedar dibin qedrên xwe nîşanê didin, li dinyayê de nêzîkî 1,5 milyar misilman hene, zimanê kurdî ya zimanê 50 mîlyon kurda ye misilman pê eleqedar nabin, hema bêje ji bo propoganda û mîsyoneriyê îslamê jî xwe nêzîk nakin birayên xwe yên misilman!



15.07.2017 22:30 ~22:45 | mîr