Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mîr

profîla "mîr"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kökenli] de;

3. tiştên ku kok û fêkiyên wan ji hev cuda ne. yanê dar ji erdê wek darê hêjîra derdikeve, paşê fêkiya wê hêjîr nabe, lîmon dibe.



rastiyeke dewletên nijadperest e. heke dewletek wek dewletekî neteweyî bê damezirandin, li wir de çiqas kêmnetewe hebe wana hildide bin nigê xwe diperçikîne û ji hemû wan dihelîne. ji darê wan fekiyên xwe derdixe.



çîroka pepûkê hat bîra min, pepûk çivîkeke balkêş e, gava hêka xwe çêke, diçe li ser hêlînê çivîkekî mayîn bi dizîka hêka xwe li wir de di nav hêkên din datîne ji ber ku pepûk li ser hêka xwe bi xwe rûnanî. çivîkên mayîn ê reben nizane ku ew hêkê ku pepûk hiştîbû helîna wî, ya wî nîne. xêlek şûnda hêk hemû tên şikandin, hêka pepûk jî bêzehmet ji qalika xwe derdikeve hê jî çivîkên mayîn ê reben nizane ku ew derketî çêlîka wî nîne û ew ê jî wek çêlîkên xwe dihesibîne û xweyî dike jê re nan dide av dide... wext pêş de diçe çivîk hemû gir dibin çêlîkê pepûkê hinek jî ji wana girtir dibe, wê carê çêlîkê pepûkê bêxêr wana yek bi yek ji hêlîna diya wan diavêje erdê û tev dikuje. diya çêlikan kuştî nizane çi tê serê wî nizane çêlikê pepûkê malê wî xira dike dewam dike ji wê xweyî dike, ta ku pepûk bifire here malê çivîkekî din xira bike...



04.09.2015 00:23 ~00:27 | mîr