Tirşik - Profîl
tirşik-profîla qivaro

profîla "qivaro"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [price elasticity] de;

1. li gorî guhertina fiyet, guherîna hejmarên firotinê/kirînê ye.



ji bo kesan, ku bi guhertina fiyet hejmar gelekî bilîze elastîkbûna fiyet zêde ye û bi piranî ew kes tiştên erzan dikire, û tersê wê jî rast e.



wek wexta yek ji bo karek ecele bilêta teyarê bikire ji ber eceleya wî/wê elastîkbûna fiyet biçûk e û fiyet zêde jî mecbûr dikire. lê yekî ku ji bo gezmaxê bilêtê bikire elastîkbûna fiyet ji bo wî/wê kêm e û bilêta erzan di kîjan rojê de be wê dikire.



ji bo karsaziyan, ku bi guhertina fiyet firotinên wan zêde biguhere elastîkbûna wan zêde ye û li gora wê (hejmar1*fiyet1,hejmar2*fiyet2, hwd.) stratejiya xwe belli dikin.



ev pivandin ji bo karsaziyan di qerarên fiyetkirin û hejmara tiştên xwe de tê bikaranîn.



(bnr: price discrimination)



02.12.2014 01:08 | qivaro