Tirşik - Profîl
tirşik-profîla havka

profîla "havka"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xaniyê cemê] de;

4. (bnr: xaniyê cemê)

Mala cemê bikaranînek çewt e û elewî vê gotinê nabêjin..cihê vê xaniyê cemê tê gotin.. wekî li meletiyê bi herêmî “xonyê camê” tê gotin..mala cemê ne li gorî feraseta fikirîna kurmancî ye..mal cihê xaniyê nagire..

heta salên 1970an xaniyên cemê li bajaran hema tunebû..ji ber ku gundên elewiyan li cihên asê de bûn, elewî bajarî nebûbûn, li gundan dijiyabûn, li derên dizî de cemê dikirin ji ber tirsa cerdên mifrezeyên dewletê..mifreze piştre bû cendirme..piştî hatina desthilatiya hikûmeta Turgut ozalî hinek serbest bû, heta wê demê mîna kurdî qedexe bûbû..

ji dema osmaniyan de belkî çend avahiyên dîrokî hebin li hin deran lê xaniyên cemê bi rastî piştî salên 1980an ket rojeve û berbelav bû..

îro li hin gundên elewiyan de bi navê xaniyê gund, bi tirkî koy evî, avahiyan çêdikin û ceman li wir dikin...



27.10.2015 22:42 | havka