1. Hin peywirên lêkera “bûn”ê hene:
1- Weke lêkera bingehîn tê bikaranîn
Mînak: Ez bûm mamoste.
Ez dibim mamoste.
2- Weke lêkera alîkar bi navan re tê bikaranîn û lêkerên hevedanî çê dike û cuda tê nivîsîn.
Mînak: Ez perîşan bûm.
Ez ji bo te dîn bûm.
3- Tê dawiya navdêran û wan dike pêveber. Her tim ji navdêran cuda tê nivîsîn.
Mînak: Ez mamoste bûm.
Ez mamoste me. (Di dema niha de qertafên kesane li şûna “bûn”ê tên bikaranîn. )
Ev dar e .
Ew pirtûk bû.
4- Tê dawiya lêkerên ku tenê demek di wan de heye û wan ji aliyê deman de dike hevedanî.
Mînak: Ew duh hatibû.
Ez bûbûm mamoste .
5- Lêkerên biwêjî çê dike.
Mînak: Keçikeke gelekî li hev bû Miroveke pir pozbilind bû.
6- Navdêrên hevedanî çê dike.
Mînak: Xweşikbûna te li ber çavan e Ev rezîlbûna me besî me ye. x
Nîşe:jêgirtin e..
|