1. çîrokên kin û bi piranî leheng sewal in û bo tiştekî hîn kirine tê gotin ..
wekî (bnr: kêzika circirk û kurmorî) cara yekemîn ji aliyê (bnr: aysopos)'ê
hatiye vegotin...li gorî ya (bnr: la fontaine)yê (bnr: m.lewendî)nivîsî jî ev e.. dibe guhartoyên (varyant) cuda jî hebin li ser fablên weha de....
Kêzika circirk havînê
Tim dikir kêf û şahî
Tembûra wê di dest de
Distra hetta êvarî
Bi sitran û bi govend
Roj dibuhurand li xwe
Zivistana sar-serma
Nedianî bîra xwe
Kurmorîya xebatkar
Buhar hetta payîzê
şev û rojan kar dikir
Ji bona zivistanê
Havîn qedya payîz hat
Di pê wê re zivistan
Ji berfê sipî bûye
Deşt û çiya û zozan
Dunya bû sar û serma
Her tişt bin berfê de ma
Kêzika me ya circirkê
Bê xwarin û bê qût ma
Çû ber mala kurmorî
Ji bo qût û xwarinê
Kurmorîyê jê pirsî
-Ma te çi kir havînê?
-Min wexta xwe buhurand
Her bi tembûr û sitran
-Ê de baş e, nuha jî
bigre govend û dîlan.
M. Lewendî
|