Tirşik - Profîl
tirşik-profîla wiha wilo wisa

profîla "wiha wilo wisa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bihuşta lal] de;

1. pirtûka selahattin bulutî ye. ji (bnr: weşanên avestayê) derketiye. sala 2006ê hatiye çapkirin, sala 2012ê jî çapa duyem derketiye. wêneyê bergê balkêş e. 72 rûpel e.

li ser bergê nivîsîye:

"Muawên bi rêketina otobusê re li bayê bezê xwe çengî destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavête aliyê hundir ser pêlikê, yê rastê jî li derve di valahiyê de li ba dikir. Car caran qeweta xwe berî ser destê xwe yî bi destikê derî ve dida, ser û sîngê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêjî derve dikir û bi dengekî aza bang dikir:
‘Diyarbekir! Diyarbekir!’

Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darburê, di ser Kaniya Kulêbê re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihişt û diçû. Di ber Kevirê Kerr re derbas dibû, di Kaşê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Taşîtê û di nav Gundê Dêşanê re dibihurî, di Deştegewrê re qiyameyî Kaşê Şermixê dibû û di ber Bendê Rezan re dikete nava Qezaya Şermixê. Piştî bêhndayînekê di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihurî û di rexê Şetê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû. Here lînkê"


ez ê dest bi xwendinê bikim û mijarê jî li vir parve bikim eger feraseta min û mêjiyê min têrî bike *



27.11.2019 17:16 ~17:17 | wiha wilo wisa