3. yaresanî bi xwe ji ola xwe re dibêjin yarî ji devê yekî bi navê rizgar behadur ku bi xwe jî kurdekê yaresanî ye, ola yarî; Yarî ola me ye û oleke Kurdî ye, li ba me nimêja bislmana nîne û em weke Êzdiya 3 rojan bi rojî ne û baweriya me bi felsefeya dûnadûn heye ku dibêje jiyana mirov hezar car dubare dibe. Em li cemxane bi awaza tembûrê sirûdên olî disitrin û nezr û niyazê xwe dikin. Pirtûkên me yên pîroz jî hemû bi Kurdî ne û weke helbest hatine gotin. Dîroka wêje an edebiyata Kurdî jî bi pitûk û helbestên ola Yarî dest pê dike. Berî pitir ji hezar sal me zimanê Kurdî weke zimanê olî diyar kir û zimanê Kurdî jî hate parastin. |
|
19.05.2015 22:27 |
endazer
|
2. (bnr: ehlê heq) |
|
24.04.2014 01:10 |
endazer
|