111. koka xebera "pîç" ku di maneya weledê/a zînayê de tê karanîn, -pêç- e (pêçîn, pêçîden). ango ji esla ne rast û durist, ne diyar ku tewiyaye, tevihev bûye, pêçandî ye. bi zimanê pehlewî. |
|
25.11.2023 04:42 ~04:51 |
tizbîkêş
|
55. mîtolojiya yewnanî çîrokên ne tenê li ser yewnanan, li ser gelên din jî dihewine. mînak di çîroka medûsa û perseûs de medûsa temsîla medan dike, perseûs jî temsîla persan (farisan) dike. ku di çîrokê de perseûs, serê medûsayê jê dike. di dîrokê de jî welata medan ji aliyê persan (farisan) ve hatiye dagirkirin. çîrokên berê li ser dîrokê hatine hûnandin û ji wan re jî gotine mîtolojî. |
|
06.08.2017 16:18 ~2019.09.15 13:34 |
tizbîkêş
|