165. min di 2012'an de hemû ferheng û peyvên turkcekurtcesozluk.com'êHere lînkê'ê bi bernameya ku min çêkiribû, di çend şevan de daxistine ser kompîtûra xwe û min ji simurg56 re name şand ku ez jê destûrê bixwazim ku wan têxima wîkîferhengê, lê ji wî bersiv nehat û ez zêde bi şopê neketim û min ew têxistine wîkîferhengê. |
|
01.03.2015 13:42 |
fethî ronî
|
154. ji sala 2006'a, heta sala 2012'a ez li ser wîkîpediyayê gelek xebitiyabûm. min gelek gotar çêkirin û gelek tevlêkirin kirin. lê motîvasyona min a ewilîn a di vî karî de pêşdebirin û baştirkirina kurdî ya min bû. herçiqas min bi vê motîvasyonê dest pê kiribe jî, dû re niyeta min her ku çû xalistir û jidiltir bû, ji ber ku, wek tê zanîn, rêya çêtirîn a elimîna tiştekî nivîsandin e. niha zûve ye ku ez têde kar nakime, lê ne ji ber ku meqseda min hasil bûye, ji ber ku wexta min nabe. |
|
25.01.2015 21:51 |
fethî ronî
|