15. telefonên ku teybetmendiyên wan têra xwe hene û ne ewqasî bela serê mirov e. dema mirov li peyamên ku li binê vê mijarê de hetine nivîsîn, bixwîne wê bibêje qey ev telefon ji tiştekî re nabê û dijminê mirovahiyê ye. lê ne wisa ye. bi van telefonan hema bêje mere dikare her tiştî bike. heta mere dikare ji van telefonan kod binivîse, bernameyan çêkin(bnr: cppdroid). bi kamerayan mere dikare wêneyên xweş bikişîne da ku di pêşerojê de lê binêre û kelogirî bibe. Ger telefonên biaqil nebûya ev îmkanê heba gelo me yê hertim wênekêş bi xwe re bigeranda? înternet û înternet nî'meta xwedê.. em bêjin karekî te heye û divê tu ecele wê bikî. tenê divê tu ji telefona xwe têkevî înternetê û wî karî bikî. jiyanê evqasî hêsantir dike yanî.. tew ez hîç nakevim mijara 'ji telefonê têketina tirşik.net'ê' ev kerametek e* bi saya van telefonan êdî hewce nake mirov hertim bi xwe re lênûsekê bigerîne, ev şûna lênûskê jî digire.. hê taybetmendiyên wê yÊn girîng hene lê dirêj nekim.. |
|
15.11.2014 14:49 |
mergehez
|