1. helbestkareka kurd e.. li gundekî Êlihê (Batman)ê ji dayîk bûye. Di sala 1995 an de Enqere Zaningeha Gazî beşa mamostetiyê kuta kiriye. 5 salan wek mamoste xebitiye, da ku kirasê karmendiya dagirkeran ji tengahî wê haniye ber fetisandine, ewê dev ji vî karî berdaye û jîn û dema xwe ber bi Kurdewariyê ve ajotiye. Mijara helbestên wê piranî jîn û jiyana jina Kurde. Heya niha du Dîwanên wê bi navê qeşem û buwariya hestên lerizi hatine çapkirin. Li gel karê helbestvaniyê çîrok jî ji mezin û piçûkan ra dinivîsîne. Çîrokên zarokan weke rêzepirtûk ku ji pênc çîrokan pêk te li ber çapê ne. Helbestên Bêrî Bihar di gelek rojname, kovar û malperan( kovara pênûs, rewşen, hîwa, rojnama agirî- hewler, kovara soera- Hollanda, Malpera kaniya helbestan, mehname û wekî din) da hatiye weşandin. |
|
28.10.2013 06:19 |
endazer
|