23. xew bi du şiklî tê veqetandin: rem û non-rem. rem(rapidly eye movement)(tevgera zû ya çavan)
4 qonaxên non-remê hene: qonaxa yekem, qonaxa duyem, qonaxa sêyem, qonaxa çarem
qonaxa ewil qonaxa amadehiyê ye û yên din êdî hêdî hêdî ber bi xewa giran ve diçe.
di xeweke normal de xewa non-remê teqrîbî 90 deqe û xewa rem'ê jî 10 deqe ye. ev çerx ji 100 deqeyan carekê pêk tê. her ku xew bi bêş ve diçe wexta qonaxên sêyem û çarem kêm dibe. mirov her ku pîr jî dibe wext qonaxên sêyem û çarem kintir dibe lê belê ji bo pitikan em berevajiya wê dikarin bêjin. ew qonaxên sêyem û çarem dirêjtir dibînin.
navê rem'ê (tevgera zû ya çavan) ya din xewa paradoksî ye. di vê qonaxê de bezahiya metabolîzmaya meriv li gorî ya non-remê bezatir e. xewên zindî tê dîtin. mesela xewên tevgerî. weke mînak şêr tenê dikare di vê qonaxê de êrîşî me bike. xewên ku bêhn, dîmenan dihewînin.
di non-rem'ê de bi gelemperî xewên fikrî tên dîtin. yanî xewên razber.
bi gelemperî rêza pêkhatina van qonaxan wisa ye:
1 -> 2 -> 3 -> 4 -> 3 -> 2 -> REM -> (jixewrabûneke kin. bi gelemperî pozîsyona xewê tê guhertin) -> (heke ku meriv ji xew ranebe 2)
ev jî tabloyaya wê ye:
Here lînkê
|