1. Etîmolojiya peyvê
Peyva ortodoksê ji zimanê Yewnanî ji lihevanîna peyvên orthos - rê - + doxa - rast -yê tê.
Mezheba Ortodoks sêyemîn mezheba mezintirîn a Xiristiyaniyê ye. Di sala 1054ê de piştî nîqaşên di nav mezheba katolîkê de derketin, dêra Roma û Stenbolê ji hev veqetiyan û hev aforoz kirin Xrîstiyanên rojhilatî ango peyrewên dêra Stenbolê navê rêya rast ortadoksê li xwe kirin.
Navê mirovê sereke yê dêrên ortodoksê patrîk e. Û xweyê rutbeya bilindtirîn e. Di mezheba ortadoks de ji yekî zêdetir patrîkxane (wekî Patrîkxaneya Moskowê, ya Sirbîstanê) hene. Lê di nav van Patrîkxaneya de rutbeya herî bilind a patrîkxaneya rûm a li stenbolê ye. Û Patrîkê Stenbolê wekî şagirtê andreasî tê qebûl kirin.
rêzikên mezheba ortodoksê:
- dêra katolîkê ne gerdûnî ye. Papa jî dikare şaş bibe.
- Patrîkê ortodoksê serokê rûhanî yê, mirov e dikare şaş bibe.
- giyana pîroz ji bav derketiye. Îsa hem mirov hem jî xwedê ye.
- di komunyonê de divê nan bi maya be.
- 7 sakrement hene.
|