8. peyvên ku mamoste û sosyologê kurd adnan fırat tibabek jê ji derdora xerzanê berhev kirine û her roj çendekî jê li ser hesabê xwe yê facebookê belav dike ne.. |
|
05.12.2013 01:33 |
endazer
|
6. peyvên ku pêwist Û li ser milê her nivîskarekî/a tirşikê ferz e ku di tirşikê de bi wateyên xwe û çend nimûne û mesterên di nav hevokan de binivîse û tomar bike û wek mîras ji nevî û nevîçîçirkên xwe re bihêle.. ez bi xwe kengî li kû derê peyv û têgeh û biwêj û dijûn û nifir û dua û gotineka pêşiyan ji dev û deverinan dibihîsim tavilê li ferhenên berdest dinêrim eger tunebin di tirşikê de mijarekî vedikim û di bin mijarê de wek peyam dinivîsim.. (bnr: armancên tirşikê) |
|
18.08.2013 23:35 |
endazer
|