1. Rojekî paşayeke Tirk tê Cizirê û dibe mêvanê Mîrê Cizira Botan.
Wextê şîvê xulamên mîr, goşt û birinc datînin li ber mêvanan.Mîr kevçiyê xwe li birincê hildîne û dixwe. Du libikên birincê dimînin li ser simbêlên qeytan ê Mîrê Botan.
Xulamê Mîr şerm dike ku ji mîr re bêje:
"Mîrê min, li ser simbêlên te libên birincê hene" Xulamê zîrek difikire û wiha dibêje.
Ya Mîrê min,du şêr ketine di nava daristanê de"
Mîr fêm dike ew şêr libên birincê ne û daristan jî simbelên wî ne.paqij dike.
Paşayê Tirk ecêmayî dimîne xwe û xulamê xwe yê gêj dinêre. dibêje divê ez jî bikaribim wisa bikim...
Roja Paşa û Mîr bi xulamên xwe re diçin nêçîrê wextê mêjê paşa û xulamê wî misînê xwe hildigirin ji bo destmêjê diçin pişta tehtekî bi hev re rûdinin dirîn û li ser gû de paşa ji xulamê xwe re dibêjê:
"Kuro te dît xulamê Mîr çi qas zîrek e divê tu jî wisa zîrek bî.Li ser şîvê ez ê girarê deynim li ser simbêlê xwe tu jî wekî xulamê mîr bi zîrektî tiştek bêje û ez simbêlên xwe paqij bikim"
Xulamê paşayê Tirk dibêje hay hay paşayê min. Û li ser şîvê paşa ji qestîka libên girarê bi simbêlên xwe ve dihêle.
paşa li xulamê xwe dinêre çavekî xwe dinoqîne û işaretê didiyê.
xulamê paşa bi devşilî amadekariya hevoka xwe ya zîrektî dike û diaxive:
Ya paşayê min ew tişta te di ser gû de te gotî min niha li ser devê te ye *)
hetka paşa diçe û ji huzura mîr bi lez radibe
|