1. navê helbesteka şairê kurd rênas jiyanî ye..
''Kişfa hêmayên esîl jî
ne bes e êdî ji bo bextewariyê
spîçolkî, bê ekl û esqiya eşq
di lîwanên riya kadizan de dixurice, dixurife
û xwe li biyanistanan digire
her spêd
ez qam dikim xwîna qeşagirtî
bigirî hibira pênûsa min, bigirî
çêja baranên çelesrîn
di devê min
lîtav
minminîkên pola
daqûl tên li ser lêvên min ên qeşa
ji çîçikên hoste
kedî dikim janên bêterbiye
remildaran peyitandin
divê dê gelek bên kuştin li Kurdistanan
ka xencera xwe bîne celat
li min biceribîne hezar carî
bigirî hibira pênûsa min, nagirî
kesa bengî wê bûm
di kevalan de; mercan, lal disûtîne canan
dengê mirinê ji bêdengiya min tê
aya tu li ser min distirêyî operayên malwêran
di bin desthilatdariya împeratoriyên xezebperest de
ez nuxuriyê dîroka jinbî
bigirî hibira pênûsa min, digirî''
|