8. dengbêjê nemir baqî xido di sala 1920 anda li rojava yê kurdîstanê bajarê kobanî yê ji dayik bû ye. di sala 2009 anda jî çû li ser dilovanî ye xwe. yezdanê dilovan cihê wî bike bihûşt...wek her zarokên gelê berazan da di zarokîya min da jî cihekî giring girt û roleke mezin list. di mala me de hemî qasetî wî hebûn û kilamên wî jî hemî bavê min jî ji me ra digot. bavê min him bi stran digot him jî çiroka stranan ji me ra digot. qehramanê stran û çirokî wî da, bûn qehramanê jiyanê min a zarokî û xortanî yê. dema stran û çirokî wî guhdar dikirin diketim heyala û di heyalê xwe da ez geh dibûm dewrêşê evdî li hamber tirkan û gêsan şer dikir, geh dibûm ewnî beg ji bo gelê bindestan çek ra dikir... stranên xwe yî herî bi nav û deng: dewrêşê evdî, delal, xalo, ewnî beg û dilo ye. lê di zarokî û pirr jî xortanî ya min da a herî kêfa min jê dihat strana "dilo" bû. gotinê vê stranê zehf xweşin. di kereme xwe va çend gotinê strana dilo bixwînin: |
|
23.02.2014 12:34 |
kurdoyevskî
|