14. komeeyveke frensî ye li gorî gogil transleytê wekê şarlî yêbdo tê xwendin û dîsa li ser bextê gogil transleytê hebdo -bixwîne yêbdo- bi frensî hefteyane ye, yanî tişta ku serê hefteyê carekî tê kirin wek kovarên hefteyane.. lê tişta di bîra min de mayî bi frensî hefte semaine e.. hevalên bi frensî dizanin xêra xwe bila vê pirs û vê kulê derman bikin.. |
|
13.01.2015 23:11 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
12. yanî kesên ku bi xwe jî nikarin xwe li ber rexneyên li hemberî senem û serokên xwe yên dinyewî û malayanî ragirin anku tehemûl bikin, hinek misilmanên radîkal dema bi tundûtûjiyê bersiva heqaretên ji bo pêxemberê xwe û xwudê didin, îslamê mehkûm dikin, lê têne xezebê.. |
|
13.01.2015 22:56 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
10. rûyê reş û tenî yê tirkên kemalîst û kurdên apoîst daye ber tavê.. tirka ji bo serokên xwe di qanûna esasî de qanûn çêkirine û bi qanûnan heta van çaxên nêzik heqaret li aliyekî rexnekirina ataturk jî qedexe kirine û yên ku bi ya van qanûnan nekirine û di navê ataturk de devê xwe şaş kirine an zimanê wan şehitiye cizayên giran li wan hatiye birrîn.. hê jî dema li cem tirkeke kemalîst dev ji rexneyê berde dema tu dibêjî qama ataturk ev qasok bÛ, ez behsa kuştin û talanên ku bi emrê wî hatine kirin nakim ji xwe, wekê ku tu şûjinan di qÛna wan re bikî, xwe dîn û har dikin hema namîne hilperişin ser ser û çavê te.. herwiha kurdên me yên apoîst jî ku hinekan jê mesele ji tamê derxistiye her sal roja jidayîkbûna apo diçin amarayê û xweliya wî bi serê xwe de dikin, dema tu rexneyekî biçûk lê dikî, sempatîzanên wî mehdê xwe tirş û tehl dikin, te dikin xayÎn û cehş û xwefiroş, ji destê wan bê dikarin te bi destê xwe bixeniqînin ew qasî zora wan diçe, berê hêj nehatî girtin apo bi destê xwe yê ku rexne lê digirtin an dikujt an jî di çavê xelkê de biçûk û erzan dikir.. neyse ev çi qas e kurdên me yên ku di bin tesîra tirkên çepên nasyonalîst de mane û dest û dilê xwe ji îslamê şûştine û rêyeke sekûler dane ber xwe, di her bûyereka ku bi destê misilmanên radîkal diqewime cihde radibezin îslamê û dibêjin binêrin ha ji we re îslama rastî, îslama heq! |
|
13.01.2015 22:38 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|