1. Platforma rêveberiya naverokê ye li ser PHP û mysql hatiye nivîsandin. Meriv dikare li ser wê blogên şexsî û bêpere, malperên nûçe, danûstandin û ya şîrketan û hwd çê bike. Di internetê de vî gavê nêzîkî %30 malper li ser Wordpress ê tê weşandin. |
|
08.11.2018 21:54 |
mîr
|
2. pergalek gelek kêrhatî ye. min berê ji bo bloga xwe bi kar dianîye. niha jî di malperekî normal de bi kar tînim. min navrûya wê wergerandibû kurdî jî, lê niha di çi rewşî de ye nizanim. |
|
08.11.2018 23:08 |
simurg56
|
3. Pergalek belaş ji bo malpersaz a bi alîyên wordpress.com'e ve hatîye weşandin.Ev pergal kesên ku bixwazin blogek kesayî ve bikin û her tiştî bi xwe kontrol bikin , gelek tiştek baş û ewlehî ye.Li ser înternetê ku hûn bigerin , dikarin hezar pergalan bibînin lê yê baştirîn , yê ku tu bikarîbî piştgirî hildî û derbarê qodek î da alîkarî bixwazî , bi hezaran tema , plûgin û tiştên din belaş û hêsanî bibînî. |
|
01.04.2019 12:30 |
brzn
|
4. ji blogspotê baştir û nûjentir e. |
|
01.04.2019 21:12 |
serhednişîn
|
5. sepana wê berî çend mehan bi kar û xebatên pîroz ên xwebexşan ve sedî sed hate kurdîkirin. guhertoya malper jî di rê de ye. ji ber ku sepan hema sedî sed hate kurdîkirin, min jî pê cêwiyek bo bloggera xwe amade kir. |
|
30.11.2019 23:25 ~23:45 |
biruya hayao miyazaki
|
6. wordpress ji bo depokirina medyayan tenê 3 gb dide blognivîsan, loma êdî kêfa min pê nayê. (bi rastî ev 7 8 sal in blogger bi kar tînim, min hîç nedît ku hişyariyek dide wekî hewqas cihê depokira bloga te ma. lê vê jî bibêjim di halê hazir de nizanim blogger çiqas cîh dide blognivîsan) ji aliyê pergal û taybetiyan ve blogger nikare nêzî wordpressê be. navrûya wê sivik e, estetîktir e. xususiyetên wê zengîntir in. hevalê bikarhêneran e. |
|
10.05.2020 16:25 ~16:27 |
biruya hayao miyazaki
|
7. Wordpress pergalek e lê ligel vî blogên belaş jî belav dike.pergala Wordpress'ê pergalek amade ye û her roj ji bo pêşvebirinê li ser dixebitin û kêmasiyên wî tên girtin.Heke malpereke we ya taybet hebe hûn dikarin ji bo parveyên kesane ango wek malperek nûçeyan pergalê ava bikin.Gelek rûyên belaş li ser malpera wordpressê bo bikarîneran hene. |
|
10.05.2020 18:03 ~18:05 |
brzn
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |