1. ji keybanûyê tê. |
|
18.07.2013 20:06 |
keje bemal
|
2. Mixabin, tu bi kê re bigerî, bijî, tu yê bibî wek wî/ê, lewma jî bi salan e kurd bi tirk, ereb û farizan re dijîn û bûn wek wan, fêrî çanda wan bûn... Berê kurdan ji jinên xwe re digotin, "keybanûya min" îro em bi çavên hovan li wan dinêrin û bi zimanê hovan bangî wan dikin... |
|
18.07.2013 20:12 |
devliken kelogiri
|
5. bermalî, navmalî ji bo jinên karûbarên nav malê dikin tê gotin, li deverinan jê re dibêjin kevanî jî.. tê gotin ku eslê peyvê keybanû ye û ji bo jinên key û mîr û qral û împeratoran tê gotin, yanî banûya key û qrêl anku qralîçe.. |
|
28.04.2015 01:06 |
endazer
|
6. li hêla botan wek kebanî jî tê bikaranîn. çêtir nêzîkî keybanû ye. |
|
07.05.2016 12:35 |
xwelî li ser
|
7. Di herema botanê de ji bo jinên malê re tê gotin. |
|
07.05.2016 16:34 |
dizek
|
8. bermalî, kesên xwarinê çêdikinre jî dibêjin |
|
08.05.2016 11:45 |
shorbevan
|
9. peyveke ewqas xweş e ku mirov dibêje sed mixabin ku em ji aliyê van hovan ve tên pişaftin û ev çand û zimanê bedew rûhiyeta xwe wenda dike. key-banû (keça mîr&paşe&keya) bûye kevanî/kevbanî |
|
09.05.2016 00:31 |
melayê qûnneşûştî
|
10. Ji peyva keybanû tê. Di şahînşahîya Med de, qral: key ; qralîçe: keybanû bû. wekî ku niha tê fikirîn, wateyeke wê ya weke jîrbûnê nîne. Wateya wê ya rast keybanû ye. |
|
15.04.2023 22:26 |
horhorik
|
11. ji du peyvan pêk tê ke û vanî. ke bi wateya malê tê û wek peyveka xweser di kurmancîyê de nemaye lê di zarave û zimanên din ên îranî de heye. heman bêje di peyva kehîyê (guhertoya wê kedî farsî ye çiku bi kurmancî d-ya dawîn wenda dibe) de jî tê dîtin ko bi wateya malîyê tê. vanî jî jin e û hevreha banûya farsî ye lê hew wek paşgirekê bi kar tê. |
|
15.04.2023 23:11 |
keyomerd
|
12. (bnr: kanalên youtubê ên xwarin û vexwarinê) |
|
28.10.2023 09:07 |
cinorek
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |