4. siyasetmedarên başûr dema tên bakur û tirkiyê, ji bo wergerê wergêrên tirkmen bi xwe re tînin, tirkmen jî wekê diyarbekiriyan ne tirkiya wan tirkî ye, ne kurdiya wan kurdî ye, ji loma gelek caran hetk û helaketên ecêb diqewimin. çend nimûne ji wan hetîketiyan : nêçîrvan barzanî li hewlêrê, li semta eynkawe, ji bo cejna krîsmisê diaxive wergêrek jî axaftina nêçîrvan barzanî ji bo mêvanan werdigerîne erebî, lê xelet werdigerîne, wergêr çawa hevoka xwe dibe serî, nêçîrvan bi bişirîn dibêje "Hemûy be xelet tercûme kir" û bi tîqetîq dikene, wergêr jî dibêje "cenabtan zor qise kir, kak nêçîrvan, min le bîr kir" nêçîrvan jî lêborînê dixwaze dibêje rast e min zêde dirêj kir, dibêje ez bi erebî zanim, xwendin, nivîsandin û têgihiştina min baş e lê axaftina min biçekî kêm e Here lînkê carekî jî dema nêçîrvan barzanî hatibû wanê, dema ku wergêr axaftina wî ya ji kurdî werdigerand bi tirkî, dîsa bi bişirîn gotina wergêr di nîvî de hêla û got, ez biçekî bi tirkî fêhm dikim, te gotinên min hemû xelet wergerandin. mixabin vîdeoya bûyerê li ser netê min peyda nekir. |
|
06.12.2016 21:58 |
endazer
|
kurdên nasyonalîst [2] |
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |