Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 17 peyam
helbestên cegerxwîn

helbestên cegerxwîn

19. helbestên kû vergera bi kurdîya niha yan jî bi tirkî hewceye. mesela di tirşikê de kes kare vê helbestê bi temamî vergerine tirkî? bawer nakim.



Payebilindî

Welatperestî

Çekên qelsan e:

Jarî û mestî



Zana û jîr im

Bindestê dijmin

Çiqas dijwar e

Ewreng bindestî



Destan vemalin

Dakevin meydan

Eger dixwazin

Bigrin serbestî



Ey gernasên kurd

Rabin weke şêr

Ji xwe bawêjin:

Xwarî û sistî!



Xebat ji bo me

Divêt bi xurtî

Dilpak û zana

Gelek bi ristî



Welat xwe bûk e

Xwîna me qelen

Naxî ber sîngê

Bûkê nexwestî



Metirse ko kurd

Pir paş de maye

Kesî nedî goşt

Bê çerm û hestî



Qûnax bi qûnax

Diçî ser çiyê

Rast e di vê rê

Gelek diwestî



Welat ta kengî

Wilo parçe bî

Em tev di nav de

Jar û şikestî



Cigerxwîn îro

Gel pir şiyar e

Bes e metirse

Kêr gîha hestî!



22.05.2015 16:31 | parêzerê nîvçe

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
bnr [2]
Heta niha kesî derbarê wê mîjarê ew heneka nekiriye. Ez bikim: (bnr: ...
hêvî (stran) [2]
Strana (bnr: Îbrahîm rojhilat) e. Sala 2008 da li albûma (vbnr: ji te ...
erling braut haaland [1]
Lîstikvanek fûtbolê ye. Berê li tîmên molde û (vbnr: dortmun...
ne merivekî ku tu pê ra dakevî binî bîrê [1]
Gotineka ku, Di navbera xal û xaltiyan de wexta li ser gengeşiya parve...
pv=nrt [2]
Pv=nrt min ti carî ne gotime paran varsa ne raxat gelemperî ez wan for...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên arjen arî
» cegerxwîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî