Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 32 peyam
mela ebdillahê hîzanî

mela ebdillahê hîzanî

1. Mela Ebdillahê Hîzanî zanayekî kurd ê navdar bû di sedsala 19an de li Bakurê Kurdistanê. Herwiha gelek edîb û zanayên navdar di malbata wî de rabûn. Mela Ebdillahê Hîzanî kurê Mela Ebdilrehîmê Hîzanî bû. Mela Ebdilrehîm kurê Mela Mihemed e. Mela Mihemed kurê Mela Ehmed e. Mela Ehmed kurê Mela Mihemedê Mezin e, kurê Mela Silêman e kurê Hecî Hisên Axayê kurê Mela Yûsif bû. Hisên Axa ji gundê "Hêşeta Berê Spî" bû ku li devera Botanê ye.

Mela Ebdillahê Hîzanî li Hîzanê ya girêdayî Bedlîsê jidayik bû û destpêka jiyana xwe li Hîzanê derbas kir. Li Hîzanê, Mela Ebdillah dest bi feqetiyê kir û ji bo melatiyê çû gundê Semerşêxê û îcaza melatiyê wergirt. Çimkî Mela Ebdillah xwe veguhastibû gundê Semerşêxê û heta mirinê li wir ma, ew bi vî gundî hat naskirin û jê re Mela Ebdillahê Semerşêxî jî dihat gotin.

Herçiqasî Mela Ebdillah şêxekî navdar ê heyama xwe jî bû, lê nayê zanîn ku berhemên wî yên edebî yan zanistî hene yan na. Ew li Semerşêxê di sala 1854an de mir. Mela Ebdillahê Hîzanî 7 kur li pey xwe hîştin: Mela Ebdilrehîm, Mela Zubêr, Şêx Ebdilqadir, Mela Ebdilrehman, Mela Ebdilkerîm, Mela Ebdilrezaq û Mela Hisên.

Ji dûndeya Mela Ebdillahê Hîzanî çend helbestvan derketin ku berhemên xwe bi kurmancî hûnandine, wek: Mela Ebdilrehmanê Melakendî kurê Mela Ebdillahê Hîzanî, Mela Ebdilqadirê Hîzanî kurê Mela Ebdillahê Hîzanî, Mela Îbrahîmê Çoqreşî kurê Mela Ebdilrehmanê Melakendî, Şêx Es`edê Çoqreşî kurê Mela Ebdilrehmanê Melakendî, Şêx Yehyayê Çoqreşî kurê Mela Mihemed Emînê kurê Mela Ebdilrehmanê Melakendî û Mela Ismetillahê Karazî kurê Mela Mihemedê kurê Mela Zubêrê kurê Mela Ebdillahê Hîzanî. Here lînkê



24.04.2015 01:51 ~01:51 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
jan dost [1]
rewşenbîrekî wêrek e. Dikare bê tirs her kesî rexne bike, çi partî be...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
belki ev jî bala te bikişînin
» mela mehmûd beyazîdî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî