Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 35 peyam
sputnik kurdistan

sputnik kurdistan

1. ajansa nûçeyan a rûsî ye, êdî bûye kurdî jî. ser xêrê be, daxuyaniya malperê:



Ajansa Nûçeyan Spûtnîk dest bi portala înformasyonî ya bi zimanê kurdî dike. Malpera nû ya bi navnîşana krd.sputniknews.com  wê nêrînên cuda yên li ser mijarên aktûel ên navneteweyî biweşîne. Ji bikarhênêrên portala nû re wê her weha formata nûçeyan a înternet-radyoyê jî bête raberkirin. Malperên Spûtnîkê yên wêneya cîhana pircemser vedibeyînin, ji bo girseyên li ser hevberîkirina koma nêrînên alternatîv  balkêş, hatine sêwirandin. Portala bi zimanê kurdî wê di nav malperên înformasyonî yên bi zimanên ingilîzî, fransî, sirbî, portûgalî, erebî, hindî, polonî, îtalî, çekî, vîetnamî, japonî, koreyî, farsî, ûrdî, darî, pûştî, almanî, spanî, çînî, tirkî, kirgizî û abxazî de cihê xwe bigire.Redaktora sereke ya ajansê Margarîta Sîmonyan derbarê xebatên Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê de wisa dibêje: ``Spûtnîk navgîna hevdem a înformasyonên girseyî ye û berî her tiştî jî, bi bergeha têgihiştina cîhanê ve ji çapemenîyên din cudatir e`.Kalîteya înformasyonên di krd.sputniknews.com ên di rejîma 24/7  têne weşandin de, bi profesyonalîzma bilind a rojnamevanên wê û  bikaranîna formatên mûltîmedyayî têne kifşkirin. Malper ji xwînêran re naverokeke berfireh raber dike: înforgrafîk, video, fotoroportaj, online-weşan, internet-dengdan. Ji bilî nûçeyên lezgîn, Spûtnîk her weha ji xwîneran re gotarên analîtîk, hevpeyvînên taybet û nirxandinên eksperan raber dike. Ajansa nûçeyan û radyo  Spûtnîk (sputniknews.com) bi navendên înformasyonî yên mûltîmedyayî li dehan welatan weşanê dike. Spûtnîk di nav xwe de weşanên radyo yên analog û dîjîtal, sepanên mobîl û rûpelên torên civakî dihewîne. Ji bo aboneyên Spûtnîkê yên nûçeyên nûjenkirî bi zimanên ingilîzî, erebî, spanî û çînî 24 demjimêran weşan tê kirin.



Malper

Here lînkê



Nûçe:

Here lînkê



14.04.2015 13:26 | xendekî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
kurdên nasyonalîst [1]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kurdên nasyonalîst [1]
Divêya ev nav û ev hizr neketa li ber destê van kesên bêaqil, ji bo he...
kurdên nasyonalîst [1]
tevgera fikrekê rewşenbîrî ya kurdiyetî yê temsîl dike, ku ji hebûna x...
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
belki ev jî bala te bikişînin
» sputnik
» kurdistan ger to nebî, teyrek im bê asîman

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî