Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
pira bakur û başur

pira bakur û başur

3. bernameyeke gelek xweş û bikêrhatî ye, nemaze ji bo wan kurdên ku dixwazin başûrê kurdistanê başebaş nas bikin.. li ser înternetê min lê nêrî teqrîben 120-130 beş hatine çêkirin heta niha, û hema bêje gundek, navçeyek, ji deverên başûrê kurdistanê bernedaye ku neçûyê lê nebûyî mêhvan.. vêca bi ser de jî pêşkêşkara bernameyê gelekî jêhatî ye û profesyonel e, kare bi hêsanî têkiliyê ligel hemû pêkhateyên civakê dane, pirsên baş û di cihê xwe de dipirse li ser jiyana rojane, erf û edet, deb û nerîtên devera ku lê bûye mêhvan.. pêşkêşkara bernameyê têra ku bikaribe bi xelkê re têkiliyê dane, bi kurmancî, soranî, erebî, tirkî û tirkmenî û îngilîzî zane, min duh li ser înternetê darî çend beşek ji vê bernameyê kir, xanimê ji nav zimanên ku li başûrê kurdistanê tên axaftin, zimanek tenê berneda.. kurdek eger bikaribe darî hemû beşên vê bernameyê bike, dema çû başûrê kurdistanê bi hêsanî çi bi behdînî û çi bi soranî wê bikaribe têkiliyê ligel xelkê deyne û îşê xwe bibe serî..

li ser youtubeê, her beşeka bernameyê nêzikê 5.000 caran hatiye temaşekirin, yanî bi qasê dixweye meyl û bal û eleqeyeke baş li ser bernameyê heye.. di bernameyê de bi qasê ku min jê fêhm kiriye, sansûr li ser çend tiştên siyasî heye, lê navê bernameyê û naveroka bernameyê li gorî min hem ji bo trt 6ê hem ji televîzyonkariya kurdî şoreşek e.. di vê serdema teng de ku hê jî kurdên bakur nikarin navçe û parêzgehên başûrê kurdstanê ji nav hev derxin, derfeteke baş e ku başûrê kurdistanê bi temamî nas bikin..



26.06.2014 13:01 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
jan dost [1]
rewşenbîrekî wêrek e. Dikare bê tirs her kesî rexne bike, çi partî be...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
berhev 2/şervan zana-Turan şen/belapêjgarî (youtube: i5sRahuI...
belki ev jî bala te bikişînin
» pira şaxê
» bakur.nekure1

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî