1. qewmek e.. li ser xaka azerbeycanê dijîn.. tirk ji wan re dibêjin tirkên azerbeycanê û ji zimanê wan re jî dibêjin tirkiya azerbeycanê.. lê ew bi xwe ji vê nasnameya ku tirk li ser wan disepînin gelekî aciz in.. tenê ne li azerbeycanê, li îran û tirkiye û ermenîstan û rûsyayê jî dijîn.. yên li azerbeycan û îranê dijîn hema bêje ji tirkan faşîsttir in û ceynika serê wan ji kurdan diçe.. xasma azeriyên li ormiyeya rojhilatê kurdistanê dijîn, qadir hene xwîna kurdan fir bikin.. demekî dema ku serokkomarê îranê hesen rûhanî xwest waliyeke kurd ji bo parêzgeha ormiyê teyîn bike, azeriyên li vir rabibûn ser tapanê û digotin em waliyeke kurd li ser serê xwe qebûl nakin.. dîsa azeriyên li vir demekî ji ber bernameya rewşa hewayê ya li ser rûdaw tvyê ku tê de ormiye jî tê de rewşa hewayê ya her bajarekê kurdistanê tê pêşkêşkirin, xwe dînûmîno kiribûn û ji digotin divê îran notayê bide hikûmeta herêma kurdistanê, de vê bernameya vê kanalê ku ''axa azerbeycanê wek axa kurdistanê nîşan dide'' ji weşanê rakin, lê mirad û meqseda wan di dilê wan de ma, bername hê jî li ser ekranên rûdaw tvyê rojê sê çar danan tê pêşkêşkirin, tevî rewşa hewayê ya li ormiyeya rojhilatê kurdistanê.. |
|
14.06.2014 02:07 |
endazer
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |