Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 36 peyam
telefonên biaqil

telefonên biaqil

28. hûtê zeman e. ev cûre telefon mirov fêrî tiralî dikin. tenê ji bo zêdetir bixwênim min telefona androîd firot. gelek caran min bi formata epub pirtûk dixwend lê dîsa sepanên medya civakî û chatê her kemînên zeman in. ger ne mecbûrî be telefona pîremêr bikartênin jî nakim berîka xwe de. jixwe ji kesê dixebite re zêde wext namênit, vêca di otobusê de destneketina qoltixek dibû hêcet pirtûk dernekeve ji berîka çakêt.

li gor min gelek avantajên bikarneanîna van telefonan hene. bi taybetî ji bo kesên dixwazin ser wêje an disiplînek nivîskî xebatek bikin pêdivî ye. bo mînak li kar wextên vale de, ji ber destên te vale ye divê tu organek dî bixebitînî. helbet dikarî wisan bêwate li pencereyan jî binêrî. heger te projeyek hebe û kesek li dora te nebe hingê li ser wê difikirî. vaye tu ji boy xwe bûy hilberîner.

ji derve jî piştî mirov xwe ji telefonên biaqil û berguhkên wan xelas kir antenên mirov vedibin. ez muzîkê tercîhî dengûdorê dikim lê pirî caran dîyalogên ji kolanan tên guhên te tiştek derdixe ji kûrahîya bîra te an jî rê li ber te vedike bi awayek cuda bifikirî. yanî ji derve dema dimeşî an li parqek rûdinî dikarî hin tiştan berhev bikî.

dema dihatim mal berî dest bi xwendinê bikim te digot qey ferze diketim wan sepanên wek kuçkê eleqexwaz her li ber destê min. bi vî awayî her roj çend seet ji kîsê min diçû.



10.03.2020 17:00 | hespêsor

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [1]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
belki ev jî bala te bikişînin
» telefonên samsungê
» biaqila malê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî