Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 35 peyam
transcontinental race

transcontinental race

1. pêşbazîyeke navtewî de di kategorîya duçerxey de.
îsal cara 7emîn hate lidarxistin. rotaya wê her sal hinekî diguhere lê eseh ji aliyeke ewropayê heta alîyê din dirêj dibe. jixwe wateya navê wê jî em dikarin bêjin seranserî parzemînê ye. dirêjahîya rotayê di navbera 3.200-4.200 km de diguhere. îsal 4.000 bû. her wiha di navbera 30-40.000 metreyan de jî bilindahî hildikişin. di rotayê de hinek nuqteyên kontrolê hene. (ch:check point). sporvan mecbûr in ku ji van nuqteyan derbas bibin û hinek beşên rotayê jî hene ku dîsa sporvan neçarîn tê re derbas bibin. weke din, her kes dikare rîya xwe hilbijêre.
rê di nav çîya, deşt, çol, gol û hemû şiklên din yên cografî re derbas dibe. li gorî rewş, keyf û derfeta xwe, sporvan carina li otelan dimînin carinan di çadirê de dimînin carinan jî hema pisqilêta xwe dêtînin aliyekê û li wê dera hanê radizin.
pêşbazî bi roj û heftîyan dewam dike. îsal cara ewil jinek bû şampîyon. (bnr: fiona kolbinger). fîonayê di 10 rojan de pêşbazîyê xelas kir. lê piranîya sporvanan hê di rê de ne.

di pêşbazîyê de cîhazekî bi gps, didin herkesî û divê ew cîhaz tim vekirî be. bi saya vê yekê organîzator dikarin bizanin ka sporvan li ku derê ne. hem ji bo pêşîlêgirtina hêleyan hem jî ji bo ewlehîya wan.
herkes ji kîsê xwe xerc dike lê tabî hinekên navdar, ji xwe re sponsoran fîlan dibînin.

ji tirkiyê jî beşdar çêdibin. par herî kêm 2 kes hebûn. îsal 3 kes hebûn. yên îsal hê xelas nekirin. ji yên par jî yekê nekarîbû xelas bike, ew tê bîra min.



10.08.2019 23:08 ~23:10 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
jan dost [1]
rewşenbîrekî wêrek e. Dikare bê tirs her kesî rexne bike, çi partî be...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Simaîlê Tîvorî- aaaa êêêêê aaaaa

(s...
belki ev jî bala te bikişînin
» transcontinental race

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî