1. rapbêjeke kurd e, ji amedê ye, navê wî yê nûfosê bernas aşar e..
''sala 1980'yê li Amedê tê jiyanê. Malbata wî di dawiya salên 80'yî tê diçe Almanyayê. Bass li Kölnê mezin dibe.
2007'ê Bero Bass bi tevî OJ Kingpin fîrmayeke ewlekariyê dadimezrîne La Honda. Gelawêja sala 2007'ê yekemîn duo-albûma xwe dertîne, Gorillas im Nebel. Albûm ji aliyê German Dream Entertainment ve tê derxistin û tê de keda Baba Saad, Ceza, Eko Fresh, Farid Bang, Killa Hakan û Summer Cem jî heye. 2008'ê duyem albûm derdikeve, La Honda Nostra, di viya de herwiha Azad, Jonesmann, Manuellsen û Valezka cihdigirin. Di hevpeyvîneke xwe de Bero Bass dibêje La Honda „dengê gelê kurd e“.
Di rezbera sala 2009'ê Bero Bass yekem soloalbûma xwe, Basstimeê dertine. Ev albûm ji aliyê Carioca Musicê ve tê derxistin.
Bêî dilê xwe tevlî pevçûnekê dibe û tê darizandin. Lê 2 sal cezayê zîndanê û 7000 Euro yê diravî tê birrîn. 21'ê avrêlê 2011, soloalbûma duyem dertîn Gangstafilm. Di viya de, Şivan Perwer jî cih digire.
dîskografî:
Albûm
2009: Basstime
2011: Gangstafilm
Kollabo - albûm
2007: Gorillas im Nebel (bi tevî OJ Kingpin)
2008: La Honda Nostra (bi tevî OJ Kingpin)
Freetracks
2007: Ich bin ein Outlaw (bi tevî Eko Fresh û Outlawz)
2009: 8 Kammern (bi Manuellsen)
2009: Playerhater
2009: San Quentin
2009: Das Leben ist (Jiyan e)
2010: Kölner JVA (Zîndana Kölnê)
2010: Ich mach es (ez viya dikim)
BERO BASS - Chorweiler : http://www.youtube.com/watch?v=HLd-8tlZZFQ ( tê de dibêje ''bijî Kurdistan û dîsa klîba ji bo stranê de hatiye kişandin de alaya kurdistanê tê libakirin * )
Bero Bass - Blick Richtung Sonne feat. şivan perwer, xatar : http://www.youtube.com/watch?v=3yhOEQDcPBg&feature=share
|