Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 33 peyam
toblerone - tirşik
toblerone
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. markayeka çequlatan e.. yanî ez jî îşev bi hebûna wê hesiyam.. bi qasê ku min ji lêgerîn û vekolînên xwe yên ji ser netê bidestxistiye û têderxistiye, markeya swîsreyê ye û li bajarê bernê tê çêkirin.. li gorî wîkîpediyayê di sala 1908an de ji aliyê theodor tobler ve hatiye derxistin cara ewilîn ev marka..

dîsa li gorî wîkîpediyayê şekl û şêweyê xwe ji matterhorna çiyayê meşhûr yê swêdê standiye..



27.12.2013 01:10 | endazer

2. ya ku van rojan dema rêza supermarketan de li benda rêza xwe bim, telîsê gelek kesan de dibînim. nizanim tiştekî çawa ye.



27.12.2013 19:29 | simurg56

3. li ser teşwîqa hevalekî û mereqa xwe min îro çequlatek ji vê markayê kirî, lê nedihat xwarin..

çequlatên ku li marketên bimê tên firotin heft qetî ji vê çequlatê xweştir in.. belesebeb pereyan pê nedin û pereyên xwe di avê de bernedin..



27.12.2013 21:24 | endazer

4. çeqûlata ku bi vîskîyê re pir xweş e.

(bnr: tirşikvanên serxweş)



27.12.2013 21:26 | oxir

5. Bi tarîfa simurg the architect, tişteke ji hedê xwe zêdetir tamxweş derket tev bi mûzeke îthal li ser agirê komirê.

Here lînkê

Du roj berê, dema em dîsa çûn seyranê, min xwest dîsa çêkim lê îcar bi mûza antalyayê û çequlateke tal (bitter) tony's chocolonely. Qet xweş nebû. Wellehî moralê min bû sifir, sifir, sifir. Jixwe çequlateya tal hez nakim.

Û gaveke din ku serê’m giran bû (you know what i mean), salek berê bû, îcar li malê, min tobleroneê li cem niza’m çi dixar, min ferq kir ku çequlateke din cihê wê nagre.



02.08.2022 23:55 ~2022.08.03 00:01 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
kurdên nasyonalîst [1]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kurdên nasyonalîst [1]
Divêya ev nav û ev hizr neketa li ber destê van kesên bêaqil, ji bo he...
kurdên nasyonalîst [1]
tevgera fikrekê rewşenbîrî ya kurdiyetî yê temsîl dike, ku ji hebûna x...
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
belki ev jî bala te bikişînin
» toblerone

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî