1. bişkoka tirşikê ya nû ye. li jor, li milê çepê hatiye bicihkirin, tam li cem behlîcana tirşik.netê. dibêm qey a yekem ez im têketime. ev bişkok deqeyekê berê ne li wir bû. karê mergehez e, admînê tirşikê. bixêr be. |
|
24 roj berê 22:40 |
mirovekirind
|
2. bişkoka ku ji îro ve heta weşandina v3yê wê li kêleka logoya tirşikê xuya bike. ku di testan de kêmasî/xetayên girîng neyên dîtin, texmînî hefteyek-du hefteyên din v3 wê bê weşandin. |
|
24 roj berê 22:59 ~23:23 |
mergehez
|
3. v3 test bike/145414 ya yekem ez im ( ꈍᴗꈍ) |
|
23 roj berê 07:54 |
horhorik
|
4. Ew ji ya ku min hêvî dikir pir pir çêtir bûye. |
|
23 roj berê 09:23 |
cinorek
|
5. Nêrîna min a yekem;
rêveberî
Spas ji bo "feedback"ê
- Ku bişkokên li beşa profîlê hinekî din biçûktir bikim, êdî pêlêkirin zortir dibe. li cem min têra xwe piçûk in - îstatîstîkên "afîrîner" û "dema afirandin"ê jî êdî hene. û pirsgirêka windanebûne panelê çareser bû. - vebijêrka cureyê ya radyoyê ji bo niha wê neyê çêkirin. belkî paşê - reng wê neguhere. rengê balîcanê xwe xuya nedikir lewma min ev bi kar anî. - di rûpela zindî de êdî vîdyoyê jî di cih de vedibin. - SEO wê hîn bê çêkirin. Li bendê me ku her tiştên bingehîn biqedin. - ji bo parvekirina peyaman li menuya peyaman (sê xal) binere. - "koda html" bo radyoyê wê paşê bê çêkirin. |
|
23 roj berê 20:24 |
brzn
|
6. xeletiya "nivîskarek bi vî navî nehat dîtin" dide. û bi her awayî çima tirkî li pergala nû de heye? malper malpera kurda ye. divê tenê zaravayên kurdî û zimanê dinê yanî ÎngÎlîzî hebin. ekşi sözlük-ê de kurdî heye gelo ?? na dev jê ekşiyê berde ma uludağ?
rêveberî
gelek Spas ji bo "feedback"ê
- xeletiya "nivîskarek bi vî navî nehat dîtin" çareser bû. - vebijêrka zimanê tirkî êdî tune. |
|
23 roj berê 20:36 |
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas
|
7. ji aliyê dîtbariyê ve gelkî xweş bûye, destên kedkaran sax bin.
rêveberî
gelek Spas ji bo "feedback"ê
- rengên tirşikê wê niha (û îhtîmalek mezin qet) neyên guhertin. - li her derê tirşikê heman fonta nivîsê tê bikaranîn. - di rûpela zindî de êdî vîdyoyê jî di cih de vedibin. - armanca beşa zindî ne axifîn/chat e. lewma dengdan wê lê neyê zêdekirin. belkî beşa "chat room" bê çêkirin (îhtîmalek kêm) - di beşa profîlê de di rewşa derûnî de mirov dikare nivîsên ji beşa zindî bibîne. - "xêz di navbera peyaman de" wê paşê weke vebijêrkekê bê lêzêdekirin. (ne demek nêz de) - rêza peyamê ji bo niha tune ye. ku pir bê xwestin, wê şûnde bê. - niha di menuya peyaman de vebijêrka "here peyamê" heye. (min meraq kir: mirov çima taybet biçe peyamê?) - di menuyê de êdî dema pê li avatarê bikî, rasterast naçe profîlê lê menuyek derdikeve: "rûpela profîlê", "peyamên taybet" û "derkeve" - pirsgirêka şandina peyamên taybet hat çareserkirin. - êdî nikarî bersiv bidî "sîstema tirşikê" - ji ber ku "spoiler" tê vekirin û girtin, divê em wê weke tiştekî taybet bibînin. lewma valahî piştî wê. lê belkî valahîyeke biçûktir çêtir e, nizanim.. - di beşa fîlman de min wergera "agahî" ji bîr kiribû, hat sererastkirin. pirsgirêka filmên bi wî zimanî hat çareserkirin. êdî binnivîs dikarin bên daxistin. - beşeke taybet bo "fîlmên wergerandî" ji bo niha ne hewce ye. - pirsgirêka di-cihê-xwe-de-mayîna panela fîltreyê hat çareserkirin. - êdî di profîlê de bişkoka şopandinê heye. - min fahm nekir: guherandin û vegerandina radyoyê?? - min çi kir nekir ev li cem min neqewimîn. ku hîn jî diqewime, dikarî vîdyoya wê bikşînî? 1. "gava dixwazî peyamekê taybet bişînî xwe, bergeha beşa peyamê dibe spî û êdî hew yên din tên dîtin". 2. "di rûpela profîlê de, gava tu pê li hemû drop-down menuyan dikî, rûpel ber bi jêr ve fireh nabe û mirov nikare hemû ser hev bibîne." |
|
22 roj berê 11:22 ~11:28 |
biruya hayao miyazaki
|
|
|
20 roj berê 19:12 |
mergehez
|
9. Rûpela destpêkê (êdî jê re çi tê gotin) tune.
rêveberî
rûpela destpêkê "zindî" ye. rûpela guldeste/xerhatî êdî tune. wê bi awayekî cuda vegere lê nizanim çawa..
|
|
20 roj berê 19:51 |
horhorik
|
10. Ji ber ku "dengdanên dawîn" li rûpela pêşî hatiye sabîtkirin tenê 6 mijar xuya dike. Weke versiyona berê, li rûpela pêşî tenê mijar hebûya baştir dibû. Destê we sax be. |
|
19 roj berê 07:35 |
bayesar
|
11. bo nîşeyên rêveberiyê:
rêveberî
spas ji bo testkirinê û şîroveyên xweş :)
dikarî hemû bersivan di "tirsik v3.0" de bixwînî. |
|
18 roj berê 20:54 ~21:23 |
biruya hayao miyazaki
|
12. -Peyamdank ango cîhê peyamê de , dema mirov pê lê dike dûre bixwaze ji yekî re peyam bişîne pê li + dike rast e rast popup a lêgerînê tîne gelek baş e (Nivîskar tê lê mirov dikare nav mîjaran de jî lêgerîn bike, welhasil dema mirov ji bixwaze navekî ku ne bikarhîner be jî bîne û jêre binvîse, ew dem peyamdank spî dibe ango diqerime , yek jî dema pê li 3 xalan dikî dixwazî biçî profila wî lê naçe.Yek jî piştê guhertina ziman popup lêgerîna kesekî wek îngîlizî ma (Author divê vegeriya nivîskar piştê guhertina ziman li kurmancî)
rêveberî
spas ji bo testkirinê û şîroveyên xweş :)
- pirsgirêkên derbarê rûpela profîlê hatin notkirin û wê paşê bên çareserkirin. - vekirina mijarê de min ji bo "nav" ekstra du xêz hilbijartin, ji ber ku navê hin mijaran pir dirêj e û wê çaxê hemû nav xuya nake.. - guhertina mailê: ji ber testê min dîrekt mailek di kod de nivîsandibû. niha ew tune. lê maila berê jî dîrekt nayê. çima bê? ma naxwazî mailê biguherînî? - forma qeydê jî hat paqijkirin - dema valahiya navbera mijarên dawîn tengtir dikim, xweşik xuya nake.. - rengên tirşikê têra xwe baş in. min li redditê nerî. rengê paşiyê eynî wek tirşikê ye û rengê nivîsan ji yê tirşikê tarîtir e yanî çavê mirov bêtir diêşîne - bersivên din dikarî di "tirsik v3.0" de bixwînî. |
|
17 roj berê 00:41 ~01:29 |
brzn
|
13. E-peyamên me çima xuya dike? |
|
15 roj berê 08:20 |
horhorik
|
14. bersivên 4 peyamên dawîn: tirşik v3.0/145495 |
|
15 roj berê 14:01 ~14:06 |
mergehez
|
15. Bila wekî Twitter û Facebook-ê Instagram jî lê were zêdekirin. Û dema me username-a xwe lê zêde kir bila bibe lînk. Dema yekî rûpela me nêrî û înstagramê dît bila bikaribe pê lê bike. |
|
15 roj berê 14:19 |
horhorik
|
16. Di wergerandina ingîlîzî de; |
|
15 roj berê 14:22 ~14:34 |
cinorek
|
17. Gelek spas , ez test dikim û pirsên xwe li beşa pirsan de dinivîsim. |
|
15 roj berê 15:26 |
brzn
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |