1. niha kete serê min hevalno bi min negirin!! 2-3 deqe berê min li ser youtube'ê li govendan temaşe û guhdarî dikir, fikirîm gelo min herî dawî kengê govend girtiye? welleh billeh hindik mabû ku ez rabim û serê xwe li dîwaran xim! biryar da ku organîzasyoneke govendê li dar xim û em kurdên li stenbol'ê vexwÎnim ji bo govend girtinê. ji aniha ve pênc-şeş nivîskar serî lê dan * ka hûn dibêjin çi ji bo vitikiyê?? wê cîh û saet paşê were daxuyandin. mînak ev e: http://www.youtube.com/watch?v=CIgD6udfQQ0 |
|
17.10.2013 18:44 |
seranser
|
2. hevalno ku hûn dixwazin beşdar bin li ser vir an jî bi rêya e-peyama min min agahdar bikin. serdar_menge@hotmail.com |
|
17.10.2013 20:21 |
seranser
|
3. ji ber ku ez ê li cizîr-amedê bim, organîzasyona ku ez ê jê bêpar bimînim e.. ji xwe nizanim bireqisim jî.. wek pêşniyar ji bo hevalên ku wê tevlî organîzasyonê bibin dikarim bêjim bila herin xwe bigihînin koma sê bira.. orkestraya belaş û eleqeyeke mezin û têra brûskekî flaşên kamerayan.. |
|
17.10.2013 20:41 |
endazer
|
4. organîzasyona xîtabî kurdên derveyî stenbolê ne nake. |
|
17.10.2013 21:12 |
azadixwaz
|
5. em niha 39 kes in. de hadê hevalno, welleh fedî ye ji were lo.. |
|
17.10.2013 22:16 |
seranser
|
6. hevalên hêja gorî rêzikên ferhengên înteraktîf û ya tirşikê jî divê her peyam pênaseke sernivîsê bihewîne yan na ew peyam derqanunî ye ango ne gorî qaîdeyan e. weke foruman bersiv dayîn an jî bi hev re axaftin qedexe ye. lê ku pênas bê kirin dû re weke îndirek tiştên tên xwestin dikare bê gotin |
|
17.10.2013 22:21 |
azadixwaz
|
7. organizasyona ku jê re 39 kes bes û zêde ye jî. mixabin ez jî ne li stenbolê dijîm, ku li stenbolê bûma teqez ez ê bihatama û min ê ji dûr lîstikvanan temaşe bikira * (erê, îtîraf dikim ku kurdek govend-nezan im û ji xwe fedî dikim) |
|
17.10.2013 23:38 |
simurg56
|
8. fermo. em bûn 54 kes. xwedê nehêle, ev jî zêde ye yaw. |
|
18.10.2013 00:05 |
seranser
|
9. Hevalno bernameya me xuya bû. Em ê roja 27'ê cotmehê, yekşemê li ber peykerê Qada Taksîm'ê li hev bicivin. Hûn dikarin li wê derê beşdarî govenda me bin. Em ê heya evarê saet 19:00'an li wê bin, kengê bixwazin dikarin werin. |
|
18.10.2013 21:11 |
seranser
|
10. ya ku xuya ye wê bibe yekemîn "zîrve"ya nivîskarên tirşikê. |
|
18.10.2013 21:14 |
simurg56
|
11. organîzasyona ku diviya îro li dar ketibûya lê li dar ket an li teht û latan nizanim.. hêvî dikim ku li dar ketibe û têra hilbijartina partieyeke kurd ji bo meclîsa tirk kes û kûs beşdar bibin.. û eger li dar ketibe mereqa wêne û vîdeoyên organîzasyonê jî dikim bila xêra xwe li vir bi me re jî parve bikin.. |
|
27.10.2013 21:56 |
endazer
|
13. (bnr: caps or it didn't happen) |
|
27.10.2013 22:17 |
simurg56
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |