Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 31 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; rêzefîlma migoo
peyamên çepikkirî

140766. rêzefîlmeka kurdî ye. ji aliyê tîma îşev (denoozer û hevalên xwe) we tê çêkirin.

roja 22.10.2022 beşa yekem li ser youtubê hatiye weşandin. îro min teze seyr kir.

berê min ji rêzefîlma wan ya ewil rêzefîlma îşev jî çend beş seyr kiribûm. lê zêde hez nekiribû.

gorê beşa yekem migoo xweş xûya dike.

bi taybetî pir kêfa min ji rola ew hevalê ku wêneya mir celadet bedirxan derdixe hat.

rûyê xwe, simbêlên xwe, çekên xwe pir dişibin kurdên rojhilatî.

rexneya min:

- hewdû pir zêde bi dest û lingên xwe berjêr û berjûr dikin. nizanim çima lê tew kêfa min ji têkîliya fîzîkî nayê. dibe ku ez pir hînî xûyê koreyiyan bûme. li wir gava hewdû silav dikin bile destên hew nagirin.
- herwiha ew pir diqîrin û hayleme derdixin. xwezî carna bi avayek nermî bi aramî biaxivîn û gotinên dirêj bêjin û deng bikin.
- keçikek heye carna bi zazakî diaxive. lê zazakiya wê pir kurt dimîne.



01.06.2013 01:27 | simurg56

140816. min îro di taşteyê de du beşên pêşîn temaşe kirin. bi rastî xweş e lê rexnekirin jî lazim e. di beşa pêşîn de deng hîç ne xweş bû. lê di beşa duda de hinekî din baştir bû. kêfa min pir ji mahmud guzel hat lê îmana min ji jinka kurdînezan çû. ne ku kurdî nizane, wek bilbilan e. lê belê aksana ku jê re çêtir dîtine hîç ne serkeftî ye. rasterast aksana concon û cicişên tirkan adepteyî jina kurd kirine. ma di nav kurdan de jinên pozbilind, xweperest tune ye? heye, hema senarîst bila hinekî din li derûdora kurmanca binêriya û ji bo vê karakterê aksanekê baştir tesbît bikiriba. dê bo komediyê çêtir bibaya. niha xuyanga copy paste heye. li aliyê din karektera segvan pir xweş e. lê çima kurdên bakur radibin henekê xwe pê dikin? xuya ye ev karakter ji dihokê filan e (pê pir ne bawer im.) û kurdiya wê ji yên din xweşiktir e. lê ka çima henekên xwe dikin? mîsal kengî dipeyive, yek derdikeve û li hevalekî xwe yê din dipirse "ev çi dibêje?". îja meraq dikim, senarîst bi van dîyalogên nexweş dixwaze çi peyamên veşartî bigihîjine bînerên rêzefîlmê. lîstikvanê ku karektera felemezî xêz dike pir diqêre, bi rastî. dengê xwe hinekî din di pileya normal de bihişta wê pir xweş baya. û têkiliya felemez û mêşo (an navekî din bû, qala komiyê dikim) pir bi kêf bûye.

ha. sîdar hebû... rewş û tevgerên vî karakterî jî pir pir hatiye karîkaturîzekirin. îja hin tevgerên vî karakterî hene, di rêzefîlm û fîlmên tirkî de ji aliyê karekterên femînen tê kirin. lê ya ku min fêm kir ev karakter xeyalperest û qurreyek hanê ye. ka em ê lê binêrin, wê dewama rêzefîlmê çawa be.



06.06.2013 16:08 | endazer