Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 35 peyam
jana min - tirşik
jana min
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka gulîzerê ye..



(''Bejna min qeytan e

hundirê min qîr û qetran e.''

Ji gotinên pêşiyan)



Du heb marên reş

Nobedar in li bin siya mijangên min

Ji bo min hînî sebrê bikin

Mexel dikevin li kanîka çavên min

Wextê girî kom dibin

Dibêjin ferman e

Bi çavên min ve didin

Jara reş dilop dilop tê xwarê

Xelk nizane bi jana min

Dibêjin

Çavkilê lêê,

Çavreşê lêê...



Min stranên ji tiliyên te diweşiyan

Berhev dikir

Bi berbiska xwe ve dikir

Niha her têlekî porê min

Zarokên ku ji xwêhdana tiliyên te mane

Ji ber xwe dikin

Heta devdelingên xwe di xwîna sor de mane

Xelk nizane bi jana min

Dibêjin,

Porsorê lêê

Porhinneyê lêê...



08.10.2013 22:55 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [2]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
belki ev jî bala te bikişînin
» jana werther
» min hezar carî welatê xwe ramûsand

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî