1. Têkiliyeke ecêb e. Heya niha min kengî midyefiroşok dîtibe teqez mêrdînî bû. Ger li Mêrdînê behr hebûya, minê fêhm kiriba lê behr jî tune lê midyefiroş bi piranî ji Mêrdînê ne. Lê tişta ecêbtir jî lê mêrdînê zêde nafiroşin* |
|
20.09.2021 00:40 |
merwano
|
2. Meseleya êdî bûye klişe. Wexta dikirim êdî ji kesî re napirsim "tu jî ku ye" Jixwe bersiv diyar e. Heta anha min midyefiroşek ji welatekî din nedîtiye. |
|
20.09.2021 10:54 |
biaqila malê
|
3. wekî hobî li kîjan bajar bim teqez li mîdyefiroşan dipirsim. heta niha li stenbolê, çanaqaleyê, edîrneyê, saqaryayê, bursayê, îzmîrê, muxlayê, antalyayê, mersînê hemû mîdyefiroşên lê rast hatime mêrdînî bûn. mêrik mîna rêxistinekê veşartî li ser pîyasaya mîdyefiroşiyê desthilatdariyekê ecêb dikin. |
|
20.09.2021 14:20 |
biruya hayao miyazaki
|
4. Bi rastî jî cîranek me hebû û Mêrdînî bû, jinik bi xêra çêkirina wan mîdyeyan sê xanîyan ji xwe çêkir... |
|
20.09.2021 20:23 ~20:37 |
pîroz
|
5. kêm zêde belî ye. li gorî gotinan di serdema şerê giran ya di navbera kurdan û dewletê de, nifşên ewil yên mêrdînî mala xwe anîne kuledibiya stenbolê ku li vir ermen û hindikayiyên din dijîn.(dibe ku) ji ber ku hanifi mîdyeyan naxwin an jî di çanda wan de tune, karê mîdyeyan di destê ermenan de ye. mêrdînîyên ku an şafî ne an jî suryanî ne, dest bi vî karî dikin. her ku mêrdînî tên stenbolê, ji nasên xwe yên vir, hînî vî karî dibin û wiha wilo wisa ev kar dikeve destê wan. helbet dibe ku ji bo piyase di destê wan de bimîne, zordestî fîlan jî kiribin. |
|
21.09.2021 09:04 |
simurg56
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |