Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 21 peyam
-îş - tirşik
-îş
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. paşbendika ku ji lêkeran navdêr çêdike. di zazakî farsî û tirkî de heye, di kurmancî û soranî de tenê di çend peyvan de mane (perestîş, sparîş, asayîş, nimayîş, azmayîş, werzîş). ji bo farsî û zazakî wîkîferheng dibêje ev paşbendik îranî ye lê ji bo ya tirkî tiştek tune ye. ne di çavkaniyên tirkî ne yên kurdî de min tiştek nedît. nikarim teqez bipeyivim lê qey ji farsî wergirtine.

ger ev paşbendik di kurmancî de hebûya (bi awayekî berbelav hebûya) me dê wisa bigotaya: hatîş û çûyîş du seet e, guhdarkirîşa vê stranê xweş e, ajoyîşa vê erebeyê rehet e û hwd. hinekî ecêb xuya dike lê ji bo alozî dernekeve carna bikelk e. xwezî celadet bedirxanî çawa -bar tev li zimanê me kiriye ev jî di zimanî de berbelavtir bikiraya :d

min got ev paşbendik ji lêkeran navdêr çêdike lê awarteyek heye. werzîş ji werzê tê û ew jî navdêr e.



26.05.2021 11:28 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
hêvî (stran) [1]
Strana (bnr: Îbrahîm rojhilat) e. Sala 2008 da li albûma (vbnr: ji te ...
ne merivekî ku tu pê ra dakevî binî bîrê [1]
Gotineka ku, Di navbera xal û xaltiyan de wexta li ser gengeşiya parve...
pv=nrt [2]
Pv=nrt min ti carî ne gotime paran varsa ne raxat gelemperî ez wan for...
pastorîzasyon [1]
proseya pakkirina şîr û vexwarinan e. ev prose, navê xwe ji navê zanis...
hesk [1]
Kevçiyê hesinî jî hesk e. Kevçiyê gir ku şîv an jî xwarin pê dihê tev...
belki ev jî bala te bikişînin
» -îş

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî