133845. xirtikê nijadperestê hogwatsê, antiqehremanê rêzepirtûka harry potter û endamê rêxistina terorîstî ya lord voldemortê ye.* li ser xwîna xwe dimire. nefretê ji mugglean dike. û nijadperestî bi xwe re ehmeqî û tirsonekî jî tîne ku helbet texmînkirin ne zehmet e, dracoyê qûnbigû van wesfan jî hildigire. pir caran xwe dixe nav ehmeqiyan; di pêşbaziyan de yên ku bi harry-yî re dikeve, timî têk diçe, ser nakeve. lê baweriya wî ya bi xwe û xwîna malbata xwe hingî xurt e, ti carî rê nade wî ku ser rastiyê bifikire. lê ev qûrrebûn ji bavê wî tê: lucius malfoy. lê nebûye wekî dilê bavê xwe. Pure-blood-îbûna wî jî nikariye wî xelas bike. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|