1. çalakîyeke wêjeyî ye, ev demeke li ser twitterê xwînerên kurdî di navbera xwe de digerînin. |
|
01.12.2018 13:01 |
xendekî
|
2. çalakiya ku ti kesî ez venexandime :/ |
|
01.12.2018 16:22 |
gulêê
|
3. Çalakiya nivîskarên alemê ji yên kurdî cihê dike. Qelembidestên xelkê ji xwe re şerabê noş dikin û jiyana xwe bi întelektûeliyê terxan dikin. Ên me ji belengaziya kurdbûnê, li ser medyaya sosyal pirtûkên hev parve dikin. Meyger ji kerema xwe xweliyekê bîne bi serê me de |
|
02.12.2018 03:06 |
hejîro
|
4. Çalakî û kampanyayên wiha ji bo popûlerbûna kurdî giring in. Hêvî me ku ev tişt ji Ciwan û xwendayên me yên ku di bin bandora popûlerîte yên zimanên din de ne re bibe cazîbeyek û wan bikişîne pirtûkên kurdî û nivîsandina bi kurdî. |
|
02.12.2018 12:14 |
xelîl
|
5. Beriya du rojan (02.12.2018) Cemîl Oguz di malpera Diyarnameyê de nivîsa xwe "Hin çalakiyên Kurdan ku nakevin serê min" de derbarê vê mijarê de rexneyeke bêbingeh û virt û vala nivîsî. Li gorî Oguz, divê Kurd van tiştên wekî pirtûkchallenge û çi tiştên din hebin bi Kurdî binivîsin. |
|
04.12.2018 16:34 |
lehî baranyan
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |