1. Programa erasmusê, projeya erasmus anjî erasmus plus. Yek ji projeyên exchangeê yên yekîtiya ewropayê ya ji bo xwendekarên zaningehan e. Proje ango program di navbera welat û zaningehên cuda de guhertin û tevgerîna xwendekaran werdigire. |
|
21.10.2018 02:25 ~2020.10.20 22:56 |
xelîl
|
2. Zanîngeha ku mirov lê dixwîne, ezmûna ingilîzî çêdike û li gorî kontenjana ku hatiye veqetandin xwendevanên ku pûana herî bilind distînin dişînin wê zanîngeha ku peymanê di nav hev de çêkirine. Li gor peymanê mirov dikare li derve serdemekê yan du serdeman bimîne lê zanîngeh ji ber pereyan bi piranî ji bo serdemekê xwendevanan dișînin. Ger zanîngeh tenê ji bo serdemekê bişîne jî, heqê mirov heye mayîna xwe dirêj bike. Mehê derdora 500 euroyî didin. Ew pere incax têra cihê razanê, xwarin û vexwarinê bike. Lê divê tu xwarinê li malê çêkî. |
|
24.02.2019 11:03 ~11:04 |
yusiv hemed
|
3. Kûrte nivîsa European Region Action Scheme for the Mobility of University Students e. Yanê bernameya çalakiya yekîtîya ewropa bo xwendekarên zanîngehê. Bi vê bernameyê welatên ewropa û çend welatên din xwendavanên zanîngeha şûnguherî dikin. Di nav van welatan de tirkiye jî heye. Heçiyê beşdarî vê bernameyê bûne agahiyên berfirehtir bidin dê çêtir be. Heye ku bi xêra xwe başî û xerabiyên wê û çend serboriyên xwe jî binivîsin. |
|
12.05.2020 22:19 |
tîrêj zana 21
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |