1. helbesta ku bo berxwedana efrînê hatiye nivîsîn. ji hêla ekîba asoya helbesta kurdî ve hatiye amadekirin. şairên helbestê: yehya omerî, ehmed huseynî, kawa nemir, rênas jiyan, omer dilsoz, omer faruq baran, ciwan nebî, yeqîn h., mihemed ronahî, muhsîn ozdemîr, zero Yehya Omerî, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Omer Dilsoz, Omer Faruq Baran, Ciwan Nebî, Yeqîn H., Mihemed Ronahî, Muhsîn Ozdemîr, Zero - EFRÎN ŞE DIKE PORÊ KURDISTANÊ Hela hayê, halan e vê dûzê Dozê olan e, Li zerîesmeran, li berxê l’ber kozê Qewl e ‘Efrîn, dilêrî rênc e Hewl e şûr kişiyaye ji kalan e Dest daye azadiyê, li Çiyayên Kurmênc Kadraj -bi bergeheka fireh- Dinya Gwîzên xwe li ser dilê me dişikêne Kakilan jî dide xelkê Nebixêr im dîsa soxexem im Yan ji dîya xwe nebûma Yan tek kevirek bûma niha li Efrînê Dewranqulibî, çekhilnegirtî, dierdêketî Ewr kesk in Rondikên dayika min kesk in Baran kesk e Xwîna şehîdan kesk e Zeytûn dibarin Efrîn dibare!! Nizanim bê kîjan pir şkestiye Kîjan daregul qulibiye Kîjan dê li pey weledê xwe ketiye Kîjan gulle di lûleyê de aliqiye Kîjan deng di gewriyê de maye Ku ne dengek hev dibîhîse Ne kesek dikare bigihê cihwarê xwe Biharê! Tu çi tofanek î Ka te yê gul baran diban... Ne ku gulle... .... Kadraj -bi bergeheka vedayî- Jiyan Çarenivîseka “bloke”kirî Ya me hejîrek devê rê ye Heçî hat çav lê ye Heçî hat dest tê ye Para me Para pûşê ber bê ye Para me; Kara rojê, tara bêjingê ye Para me Efara li şûna bênderê ye Hestîyê ber diranên tajiyê ye Çi zanim, Çawa dibên: A me çavsorkirina piştî mirinê ye Pala xwe didim cûnîya xemên bîroke, Berê min li dexis û barbarên mêjîn, ku Agirê wan ê tarî bi xwelîya xwe ya dêrîn ditefînim! Dihêvişînim nevisîyên bêtûtik, Dirûsikînim hêvîyên bêmehtik , De qene ne’efine Efrîna min! Deng didin ve gelî û geboz, ma we seh nekirîye: Dizên ve kulîlkên zarotîya dîya min! Ev der axeke birûn e Ji porê me mişt dehfikên mû ne Erda wê ji bo meşa hûtan sabûn e Welatê min di devê min de qelûn e Ji min re ji pelên zeytûnan tacekê bihûne Kadraj -bi bergeheka teng- Fira me heta kadînê jî nîn e Rê “bloke” Rêbiwar “asê” Dil Di cincirkê de lepek guvaştî Em Bi kîjan hejîrê “sûnd” bixwin Dibe parîkê devê qijikan Em Bi kîjan zeytûnan “sûnd” bixwin Kuliyên xezebê berdidinê Hawar e dadê, hawar: Kê dîtiye kulî zeytûnan dixwin? Hûn! Berê xwe bidine vê kozika berxên Biheştê! Hûn ên ku dingeyên pîroz ên wê darezeytûna bi hezaran salî ne Li Efrînê, ku sîya wê dide ser berrîyên veketî li Bakur! Hûn ên ku ew sîya hembêzker şermezarker e, şermezarker e, Şermezarker e, bo We! Hûn ên serberjêr ên ku tayên tenîsk ên erda can dixepêrin Li ser sîngê welatê tavê, Hûn ên bendeyên dozexa rojan ên ku hînî şewata şîrqînîya Şiva germeşo bûne, Hûn ên ku şov dikin zevîyên westîyayî yên welatê bêpencere, Cercereya çelçele qutqutî dike tilî û pêçîyên we, Hûn ên “semeyên heram”, “sercûcik”, “kotan ketî navê”, “bi kula Helebê ketî”, “kaxiz e reş hatî”, “bê serî û berate”... Hûn ên îzrabkêşên wan ên ku belayê dikirrin û nafiroşin, Wan ên ku konê we yê bav û kalên we yên mêvanhez danîye, Hûn ên ku ji hev du re mîna nanê kût in, ji ejdehayê sêserî û Serserî re mîna kiloçê ne, Hûn ên ku pirûsîya hebûna xwe ya qelp dernaxin, nadine Stûyê xwe wekî hûn başkurîkar in li dora tenûra temirî! Hûn! Berê xwe bidine vê kozika Biheşta Kurdistanê! Kadraj -bi bergeheka berevajî- Niha li me bihar e Û “We-t tînî! We-z zeytînî!” Tîhniya zeytûnan bi kîjan biharê dişkê? Bi kîjan baranê? Em di xirbeyên vî welatî de razan Me li van kolanan şer kir Pişta me li van çiyayan Me sonda hatinê li van şikeftan da Em têk naçin Ciwaniya me ya gewr û tiştên din ên ji pişta vê axê, yanî Yanî hevalno Wêrekiya me ya har, destgirtiyên me yên gulîsor, ew ên tim li devê riyan Ew ê wilo berî tim li asoyan Erê ew in û ew Zorê didin me Em têk naçin Ez ê rahêjim xwe Û di dilê min de keskahiya Efrînê, Ber bi Meydankê de biçim. Li wir ku neyinika esîmanan, Li wir ku esîman porê xwe şeh dike Dema pêlên Meydankê radibin Û dilê min lêdide, Weke ku bigihêjim zinarên çiyayan, Li Bilbilê: "Zincîrên me qewî ne kanî ew zincîrşikînên we Hezar sal in me hûn girêdane ka vekin besta me Diqîre Efrîn dibêje ez welatê zeytûnan im Erê em aştîxwaz in lê we nedîtiye resta me Bi sedê hezaran kur û keçên min hene cangorî Binêr Xebat Dêrik im ez Xabûr im ez Awesta me Ez ji Selahaddîn û vir de azad im Efrîn im ez Tu dibêjî qey ez bêhêz û tirsonek û westa me Te yê şikiriya xwe bianiya bi Viyetnamê Heke te bizaniya bi wê hêrs û kerb û hesta me" Yehya Omerî, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Rênas Jiyan, Omer Dilsoz, Omer Faruq Baran, Ciwan Nebî, Yeqîn H., Mihemed Ronahî, Muhsîn Ozdemîr, Zero ASOYA HELBESTA KURDΰ 18'ê Adarê 2018ê TÊKILÎ Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com Facebook/YouTube: Asoya Helbesta Kurdî Twitter: @asoyahelbesta |
|
18.03.2018 22:27 ~2018.03.19 00:00 |
xendekî
|
2. PolîtîkAzad (@PolitikAzad): 11 şairên Kurmanciyê ji bo Efrînê bi hev re helbesta "Efrîn şe dike porê Kurdistanê" nivîsand. Ev karê kolektîf ji hêla ekîba sepana @asoyahelbesta ve hat amadekirin. |
|
20.03.2018 16:20 |
xendekî
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |