1. Eskerê Boyîk 31-ê Tebaxê, sala 1941 ê, li gundê Qundaxsazê, komara Ermenistana Sovyêt ji dayîk bûye. Qundaxsaz dikeve bakûra çîyayê Elegez.Qundaxsazîya bi germî ziman, folklor û kevneşopîyên xwe diparastin û rehên berhemên Esker digihîjne wan çavkanîyan.Eskerê Boyîk bi xwendina xwe, bi pêşê xwe pisporê aborîyê ye.Wî salên dirêj li înstîtûteke zanîyarîyê kar dikir û serokê beşeke giring bû. Gelek berhemên wî yên zanîyarîya aborî di kovarên zanîyarî û wek broşur, bi zimanên ermenî û rûsî çap bûne. |
|
30.08.2013 15:42 |
felat
|
2. nivîskarê pirtûka xezeva xwedê gundê êzdîyan e. min vê pirtûkê berî 12 salan fîlan li stenbolê ji pîrtûkxaneya medya kirîbû. wê demê min êzidiyan meraq dikir, çawa ku min vê pirtûkê min cî de kirî. lê mixabin min nekarî ji 2-3 rûpelan zêdetir ji vê pirtûka ku 420 rûpel e, bixwînim. him jî ser sinivîse 'beşa ewlîn' |
|
30.08.2013 16:56 |
simurg56
|
3. zimanê romanê gelekî xweş e û di ser de jî herikbar e. ji ber vê teşqeleya standardiyê êdî em nikarin pîrika xwe jî fam bikin. te go standart, eyşş. |
|
30.08.2013 18:07 |
înano lo
|
4. nivîskarê ku zimanê romana wî nikare bi rexnekirina standartîzekirina zimên were parastin. |
|
30.08.2013 20:25 |
simurg56
|
5. romana beriya 50 salan û li sowyetê, îhtimalek mezin bi rusî û bi alfaba kirîlî hatî nivîsandin helbet wê ne weke kurdiya niha be, bi ya min xweyê xeletiyê çapkar/weşanger e. hemu pirtukên kevn di hemu zimanên cîhanê de piştî hin sererastkirinan tên çapkirin. |
|
30.08.2013 22:05 |
azadixwaz
|
6. Navê wî çima esker e? |
|
13.05.2018 21:23 |
mîr
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |