1. yekemîn malpera kurdî ya temaşekirina fîlman e. tê de fîlmên bi binnivîsa kurdî tejî ne. kerem bikin: Here lînkê |
|
06.01.2017 23:33 ~23:36 |
tizbîkêş
|
2. malpera ku berî vebûnê destûr ji me xwest ku binnivîsên ku me wergerandine kurdî bi kar bînin. me jî destûr da ku 55 fîlmên ku me wergerandibûn kurdî biweşînin. lê me tenê tiştek xwestibû; me got referansek bidin ku we binnivîsan ji tirsik.net/wergerine.net(.com)ê standine. |
|
07.01.2017 12:58 |
simurg56
|
3. Malpera ku dîyare dizî kirîye û keda hevala hildaye ser xwe bêyî ku heqê wan bide vîyabu ku çavkanîya wergerên fîlman dîyar bikirana nexwe ked û zehmeta hevalan ku di wergera fîlman de kêşane hatîye xwarin. Di wêje û zanistê de dema ku tiştek wiha di gotarekê de çêbe xwedîyê çavkanîyê doz vedike û diz cezayek dixwe mesela ez xelet nebim murathan mungan dema ku yekî risteke helbestê wî bêyî ku çavkanî nîşan bide weşandibu ev yek bubu sedemê gengeşîyê û di dawîyê de mungan doz vekirîbu û cezayek maddî stendibu ji diz re. Binêrin min tenê behsa ristek kir ne helbestek . Vêca di rewşa sîmurg dîyar kirî de keda hevalên me ku xwedê zane belkî bi rojan li ser wergerê xebat kirine xwendîne guhertîne nûkirîne berawîrd kirîne di wergeran de ango hezar zehmetî kêşane lê rojek yek tê radibe keda wan wek ya xwe nîşan dide. Hezar şerm û guneh e... |
|
07.01.2017 14:42 |
azad30
|
4. Merhaba, |
|
07.01.2017 15:08 |
awirek
|
5. malpera ku rûpela wê ya wergêran di dawiyê de hatiye dîtin; Here lînkê |
|
07.01.2017 17:57 ~18:10 |
simurg56
|
6. Ev malpera rûreş bile belasebeb leqleq neke, neheq e |
|
07.01.2017 18:33 |
ferhenga şikestî
|
7. Kêmasiyên malperê hêj gelekin. Li gor nirxandin û rexeneyên we yê biryar bistîne. Wêrger wergara we ye. Wê ked daye rast e. Ji ber vê yekê hevalekî min ji we destûr xwest ji bo bikaranîna wergerê. Wê jî destûr da. Lê di aliyê şeweya bikaranînê we rexneyên xwe anîn ziman. Rexneya we di cihê xwe de ye. Keda we pîroz e. Ji bo Awir malpera yekemîn e ku fîlman bi jêrnivîsên Kurdî diweşîne hewcedarî dît ku di hûndirê vîdyoyan de navê awirek bikar bîne. Awirek bibe keda herkesî. Û ji bo kurumsaliyê jî hewcedariyek wisa li ber çavan bû. Ji bo sînemaya Kurd û rêzimana sînemayê pêşda here diviyabû xebatek bi vî rengî were destpêkirin. Ev nêzî çend mehe ku bi şev û roj hevalek xwe diêşîne û vê malperê amade dike. Awir, ji bo sînemaya Kurdan pêngavek bi wate ye. Ji lewre jî pêwîste hemû sînemahez li vê malperê xwedî derkevin û biparêzin. Jiber ku ya we ye. Ya hemû gelê Kurd e. Weke ku hatibû ziman em tev dizanin Awir, carna dibe nasnameya mirov. Her kes xwedî awirek e. Her awir nîşaneyeke ji bo me. Carna hemû tiştên ku em dixwazin bibêjên di awirekî de dicive. Ew awir me dibêje, çîrok û hêrsa me tîne ziman. Malpera Awir jî nasnameya me ye û bi zimanê me ye. Bi hişmendiyeke ku ya me hemuya ya binerin. Min gelek direj kir. Biborin. Di encamê de ez naxwazim dilê tu kesî bihêlim ji bilî vê di pêvajoyeke wiha giring te hewcedarî her tim yekitiya me Kurdan heye. Ji ber ku dilê we nemîne min ji martin di malperê de 27 wêrgerê we yên ku hatibûn xwestin hene ez dikarim têvan rakim. Êdî li benda wêrgerên nû bimînim. Slav û rêz. |
|
07.01.2017 21:04 ~21:05 |
awirek
|
8. ger bixwaze tiştek li înterneta kurdî zêde bike, divê berî her tiştî xwedî li kedkarên xwe derkeve. |
|
07.01.2017 21:24 |
simurg56
|
9. Malpereke baş e . Hewce bû bo me. Ji ber ku me fîlmên kurdî nedidîtin ango Wergerên wan tunne bûn. Lê divê kedkarên vê karê ji bîr nekin. Weke çavkanî jî divê tirşikê referans bidana. Ev ê tiştekî ji wan kêm nedikir, bereksê wî wê ew serbilintir bikirana. |
|
07.01.2017 21:37 |
darînê daryo
|
10. Bi demê re çiqas fîlmên binnivîsa Kurdî zêdebûn yên din dikarin werin jêbirin. Tenê fîlmên binnivîsa Kurdî û yên dublaj hebin çetire. Lê niha ji ber ku wêrger pir kêmin û dûblaj zêde nîn in tiştêk wiha ji ber seo pêk hat. Ji bo reklamê jî ji xwe tu perê ji vê malperê nayê qezençkirin. Û qet reklam meklam nehatine weşandin. Ew reklamên ku di ber vîdyoyan de derdikevin ne eydî malperê ne ji aliyê wan malperên ku vîdyoyan dihwinin tê weşandin. Wekî din ka em dikarin çi bikin. Pêşniyarî û rexneyên we gelek girig in. Em dikarin çawa binnivîsen Kurdî zêdetir bikin. Em bi hev re kar bikin. |
|
07.01.2017 21:47 ~21:48 |
awirek
|
11. malperek xweş e û fikreka baş e. lê di vê mesela binnivîs û heqê wergêr de neheq in. divê navê wergêran li gor xebat û keda wergêra li cihê ku heq dike bê nivîsîn û bê fêmkirin ka kî ye. navê simurg56 wek simurg binivîsî kes nizane kî ye; lê heke bêjî simurg56 - tirsik.net an jî azadîxwaz - wergerine.net wê herkes fêm bike. û ya dî jî serê flîm de navê wergêr bê xuyakirin; ji ber ku bînêr li flîmê dinêrin, tişta têkilîyê di navbera xebat û bînêr de çêdike flîm e; û ev xebatên li jor xebatên xwebexşî ne, yanî malpera awirek.com'ê pere nedaye û ev flîm nedane wergerandin, ji ber wê divê serê flîmê de navê wergêr jî derkeve. malperên tirkî de şêwe wek wa "wergêr: navê malperê" ye, lê va malpera ev werger kirîne, ji bo wê dikarin serê flîm de tenê navê xwe binivîsin. |
|
07.01.2017 22:01 |
xendekî
|
12. malpera min îro yekem fîlm lê temaşe kir. fikreke baş e lê ger tenê bo kurdî ba wê baştir bûya. malper pêşiyê ji bo tirkî hatiye amadekirin dûre fîlmên kurdî hatine lê zêde kirin. bawerim gelek fîlm di gelek deran sitendine/dizîne. |
|
23.01.2017 22:52 |
berxweda
|
13. projeya ku di nava salekê de hate girtin û çû. |
|
22.12.2019 11:44 |
simurg56
|
14. Xwezî berdewam kirîbana. Pêdîvîya kurda xebatek bi vî rengî hebûn . |
|
22.12.2019 16:32 |
azad30
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |