1. xesara ku ji ber ji nû ve hatina xwînê ya li ser raçînkek/organek e ku ew raçînk berî jinûvehatina xwînê demek bêxwîn (bê oksîjen û glukoz vs.) maye. dema xwîna raçînkek qut bibe (ji ber birîndarbûnê, prosedûra emeliyatekê, krîza dil, sendroma crush û hwd.) di raçînkê de êdî oksîjen nayê bikaranîn. lê piştî ku bi xwînê re oksîjen ji nû ve diherika nav hucreyên raçînkê (bi serkeftina emeliyatê), di wê raçînkê de gelek zêde radîkalên serbest yên oksîjenê tê hilberandin, li gel vê yekê têra xwe nîtrîk oksîd nikare were hilberandin. dema wisa dibe, radîkalên oksîjenê nikarin werin notralîzekirin û enflamasyon pêk tê ku sedema xesarê jî ev enflamasyona gelemperî ye. |
|
06.10.2016 12:47 |
simurg56
|
bayê xerbî [3] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |