1. bela serê mêran e. ji xwedê re şikur ku hê derdeke min a wisa tuneye. lê bi taybetî emrekê şûn de tê serê hemû mêran. weke ku ez dizanim têkiliyeke girîng di navbera weşîna por û genetîkê de heye. lê ew gen ji bav tê yan ji dê tê nizanim. |
|
06.04.2016 16:43 |
nazim tolhildan
|
2. niha 22 salî me û bi qasê tê bîra min ji 6-7 salan ve porê min diweşe lê ji ber ku lê bala xwe didim û tevdîra xwe digirim niha baş e. xwedê neyîne serê dijminê min jî. * |
|
06.04.2016 18:08 |
kurê xelkê
|
3. yek ji wan nexweşiyan e ku herî zêde tê îstîsmarkirin. ji yên din mînak: fitqa pişt, sêrbûna jinan. |
|
07.04.2016 16:23 |
simurg56
|
4. tiştê ku bi serê gelek mêran tê ye. heke mirov jixwe ne bawer be, ev bela dikare li ser de bandorekê giran û pirsgirêkên psîkolojikal bihêle. |
|
27.12.2020 15:20 |
hueyn
|
5. Tişteke nojdarî ye. Her çiqas bandora stresê hebe jî ez bawerim têkiliya wê bi stresê re tune ye |
|
27.12.2020 23:45 |
rodem
|
6. ji lîseyê heya îro jî car caran li min dibe bela ku sedema wê jî nexweşiya seboreîk dermatît e. |
|
05.05.2021 18:03 ~18:04 |
merwano
|
7. Tiştekî nexweş e li mirova peyda dibe. ava mêxik yan jî rûnê wî ji bo weşîna por gelek baş e.Çêkirina ava mêxikê : qasî kefa destekê mêxik û 3-4 îskan av bikelîne û têxe nav qutikê spreyan û rojane bi porê xwe bide. Bêhnxweş e ewê we aciz neke. Çêkirina rûnê mêxikê: 20 heb mêxik têxe nav îskanek zeytê û 5 rojan li ber tavê bihêle. Paşî jî bi tevdan li serê xwe bidin û bira demjimêrekê li porê we bimîne piştî jî bişon, hûn dikarin ew rûne heftê carekê bikar bînin |
|
06.06.2021 20:23 ~20:22 |
navîgiranmezelîwêran
|
8. weşîna asayî yan bi navê xwe yê zanistî androjenîk alopesî bi serê nêvîyê zelaman de tê û ne girêdayî ti nexweşîyeka dî ye. çareserîyên demkî hene (minoxidil, prp) lê mixabin heya niha ji bilî çandina porî çareya wê nehatîye dîtin. |
|
27.01.2024 16:38 |
keyomerd
|
bayê xerbî [4] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |