86783. navê gotareke bahoz baran e.. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
86808. versîyonên e-yê sivik in û xweş in û ji xwe dê û bavê min jî ew kurmanciya xwe ya fesîh daçekên e-yê bikartînin. va, ra, da... çi tehl û qîrêj in. çima pirsgirêkek wanî derxistiye holê nizanim lê belê ez pir hindik rastî bikaranînên a-yê hatime di zimanê nivîsandî de (ku di van rojan de bi hûr û kûr dibim, yeko yeko pirtûkan xelas dikim û nexasim cudahiya wergêran baldar im). mêrxas gotiye klasîk û nizanim çi, yên ku bibînin dê bibêje qey dîroka rastnivîsa yekahengî kurdî heye û bedirxan bi kêran ketiye li nav wan! wê demê camêr dibe ji nav versîyonan yekî hilbijartine yan jî bi random kîjan hatiye ber wan bikaranîne. çi qebhet e ma. heger tenê yên "a"yê, yan jî yên "e"yê hilbijartina, dê emê anuha çi bikirana? ji bo versîyona ne ya nivîsandî ye, emê şer derxista?! heta nuha vana hatine bikaranîn û ketiye riya belavbûnê, ka hela derdê a-yê çi ye ma? * * |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
86817. erê ji xwe zimanê standart bi referandûmê tê hilbijartin. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
86820. law camêr rabûye li ser dehan kitêb û kovaran lêkolînekê kiriye û hatiye ramanê xwe di gotarekê de li hev aniyê û xwestiye bêje em li ser biponijin.. tê bêjî qey şerê li hemberê rûsya û amerikayê ragihandiye, loma rastî rexneyên welê hatiye* |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|