Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 31 peyam
ramûsan min veşartin li geliyekî - tirşik
ramûsan min veşartin li geliyekî | 2000
Nivîskar: arjen arî | kurmancî | helbest | 80 rûpel

Çavên min di hidûd de du kanî ne li dû te diherikin ji zû de ava Bûnisra ez im...
ramûsan min veşartin li geliyekî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûkeke helbestan a arjen arî ku ji weşanxaneya avesta'yê çap bûye ye.



(bnr: helbestên arjen arî)



her wiha navê helbesteke arjen arî ye ku ji aliyê mehmet atli ve bi li geliyekî hatiye stirîn:



ramûsan min veşartin li geliyekî









ar girtiye qurm

û li dorê dileyize

çi kiribû

çi bû gunehê dara berû?

bi min re wê jî şer nexwestibû

bi min re zarokan, bi min re kulîlkê

û wê qîza xama…

ku, li dû min stûxwar ma

û bendî…



rondik herikîbin şer herikand

û xwîn pijiqand pelê kulîlkê

ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê,

hij ma li milkê, ramûsan li milkê?



xwezî, lewitîn di kirêtiyê de

û şer dizî j ime xewnên mîrekî

li herêmekê em ji gundekî

dijmin jî bûna malê me pev dima

neyariya me nedigiha qewmekî

kengî bûya lev dihatin

em eydekê, erefatekê…



bi ya helbestê min kir

û min guh da bilûra şivên:

hij min aland li destmalek bi vên

û ramûsan min rakirin geliyekî…



ramûsan min veşartin li geliyekî

ew gelî yan ê elî, yan jî li cûdî

bi têhn dimînin li wirbi hij dimînin ramûsanên min

şer betal bibin, çek rawestin

ji çiyan şerker dadikevin

ezê di nav wan de bim

ileh ileh, tu bê pergî min

da te himbêz bikim ji dêvla çiyê…



şer de ye mîna min niha helbest jî

kengî parzinîn biwêj ji xwînê

ji êşê rêz, ji şînê çarîn

helbesta min hingî bixwîn

wê evîn jê binizile…



arjen arî



17.02.2016 03:54 ~03:57 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» ramûsan
» min ev nivîs ji xwe re nivîsî
» veşartin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî