Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 36 peyam
berfa stenbolê ya 30ê berfanbarê - tirşik
berfa stenbolê ya 30ê berfanbarê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hat belê, îro sîh û sê metr berf bariya û li gorî gelek kesên li stenbolê dijin ew tiştekî mezin, dewrimekî bicoş, kelecanekî bêhempa ye. li bendê ne betlane be kar, dibistan û her tişt. berfa metropolê cuda ye tabîî, kêm be jî jiyanê felc dike û nahêle kesek bê û biçe.



niha lib û lib tê. lapa û lapa tê. gelek cî sipî ne. ji (bnr: akmerkez)ê mehzûn mehzûn li dinyayê dinêrim.



30.12.2015 15:14 | wiha wilo wisa

2. berfa ku lî navêçeya wê a bağcılarê çokî ketîye wiha bidome ewê bavêje qirkê.. waye serê deh roje digotin ewê berf bibare.. lê bixwedê hêjî erd reşe..*



30.12.2015 15:26 | shorbevan

3. rawekek zincîrî û bi qafiye ye.

li ba xwe dinivîsim ku di mijara "rawek"an de bidim şagirtê xwe.



(bnr: berfa stenbolê ya 30ê berfanbarê)



30.12.2015 17:41 | bêhna_piştî_baranê

4. berfa ku îro bariyaye..

beriya ku ez werim stenbolê, her sal heman nûçeya di derbarê barîna berfê ya li ser zemîna stenbolê, ez diqehirandim, min digot yav ev çi îş e gidî her sal tam evê wextê tim qala berfa stenbolê dikin? ma çi bûye pê? lê piştî ku hatim li stenbolê bi cîh bûm, min fêm kir ku bobelateke dera hanê ye, dema di vî bajarî de berf dibare jiyan dibe wek gûyekî kalekî emelbûyî! carina di sir û seqema şefeqê de di rawestgehê de 50 xulek li benda otobûsê dimînim, ji mirinê jî xirabtir e, rêya ku qederekî 5 deqeyan de xelas dibe, bi vê berfê dibe saetek, xirecirekê pêk tê, meriv hezar nehlet li jiyanê tîne..



30.12.2015 19:53 | ferhenga şikestî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
forseti [1]
komeka neofolkê ya almanî ye. gîtarjen û stranbêjê wê (vbnr: A...
di nav kurdan de kêmasiya vegan û vejetaryanan [1]
Ev qasê du salan e ez jî vejeteryan im, lê min jî fam kiriye ku goştxw...
jan dost [1]
romana kurdî mixabin hê di dergûşê de ye. cihê mehmed uzunî ya vala h...
stranên kurdî yên li ser heywanan [2]
Strana dîko a ferhadê içmo yek ji wan e. Mirov ku lê dihise nizanim ji...
the cranberries [1]
Dengê wê bi rastî Zêde zêde xweş e.. Strana dreams (yout...
belki ev jî bala te bikişînin
» berfa kûçikan

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî